YBŞ'ê şehîdên Til Ezer, Sîba Şêx Xidir û Koço bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha YBŞ'ê got, "Em sond dixwun ku heya yek jin, zarok û gelê me di destê dijminan de be, em ê bi rengekî bê sînor têbikoşin û bibin temînata rizgarkirina tevahî  gelê me."

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi wesîleya salvegera 11. a komkujiya Til Ezer û Sîba Şêx Xidir û salvegera çaremîn a komkujiya Koço de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê di şexsê şehîdên her sê komkujiyan de hemû şehîdên fermanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujiya 2007'an a li Til Ezer û Sîxa Şêx Xidir ku 500 mirov hatin kuştin, amadekariya fermana 3''e Tebaxa 2014'an bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev fermana ku weke provaya amadekirina bingeha fermana 3 meha 8 pêk hatî, bi keraseta Koço xwestin temem bikin. Komkujiya Koço, ya ku di 15'ê Tebaxê de pêk hat, hişmendiya dijminatî û zalimtiya li ser gelê vê xakê bû."

Fermandariyê destnîşan kir ku keç û xortên vê xakê bi peyman tola xwe bi rêxistin kirine û wiha dewam kir: "Weke civaka Êzidî li hemberî  van êrîşên qirker bi rêxistinkirina YBŞ'ê û YJŞ'ê me hebûn, nasname û baweriya xwe ya pîroz parast, xwe gihand heya roja me ya îro. Bi berxwedana çar salan a ku bi armanca parastina nirx, bawerî, ol û hebûna xwe pêşxistiye di nav sehneyê dîrokê de me cihê xwe girtiye. Li ser vê bingehê weke hêza YBŞ û YJŞ'ê, ji bo parastina nirx, hebûn, çand, ol û destketiyên xwe yên  berxwedana axa pîroz ya Şengalê û her ji bo xwedîderketina li xeyalên şehîdên vê berxwedanê; careke din di serî de gelên Rojhilata Navîn em ji tevahî gelên cîhanê re radighînin ku heya kêliya xwîna xwe ya dawiyê wê hebûna me bibe soza tolhildana me û azadiya paşerojê.  Ji bo azadiya tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê em ê tekoşîna xwe bilind bikin."

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Biryargeha YBŞ'ê de hate gotin, "Em sond dixwun ku heya yek jin, zarok û gelê me di destê dijminan de be, em ê bi rengekî bê sînor têbikoşin û bibin temînata rizgarkirina tevahî  gelê me."