Xizmên windayan li Amed û Êlihê lihev civiyan

ÎHD û malbatên windayan li Amed û Êlihê vê hefteyê jî li edaletê geriyan. Di çalakiyê de daxwaza rakirina tecrîdê hate kirin û kesên li Helepçeyê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

AMED

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 527’emîn de çalakiya lêgerîna edaletê berdewam kirin. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’ê pêk hat. Endamê MYK a ÎHD’ê Racî Bîlîcî, Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn, Nûnerê Herêmê Abdusselam Înceoren, nûner û serokên ÎHD’ê yên li bajarên Kurdan û Serokê CHP’ê yê Bajarê Amedê Mehmet Dayin beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de kesên di Komkujiya Helepçe de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan qala çîroka Îhsan Arslan û Alî Kargoz ên ku sala 1993’an li navçeya Şirnex Cizîrê ji aliyê Serçete Kamîl Atak ve bi zorê hatibûn revandin û piştre agahî ji wan nehate girtin, kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî malbtên windayan û parêzvanên mafên mirovan cara 433’an li avahiya Şaxê ÎHD’ê li hev civiyan. Parêzvanên mafên mirovan, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ji rêveberên ÎHD’ê Îlyas Tarim û Sekreterê Şaxê Êlihê yê ÎHD’ê Fahrettîn Asûtay axivîn û Komkujiyên Helepçe û Zelanda Nû şermezar kirin.