Xizmên windayan ji bo Arman, Taniş û Denîz hatin cem hev

Xizmên windayan ji bo Harbî Arman, Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin cem hev.

Malbatên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 728’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê daxuyanî dan. Malbatan vê hefteyê aqûbeta kujerên Harbî Arman ê di 20'ê Çileya 1992'an de li Amedê hat qetilkirin û li Êlihê jî aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekîr Deniz ên ku di 25'ê Çileya 2001’an de li Silopyayê hatin destgîrkirin û careke din agahî jê nehatin girtin pirsîn. 

AMED

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku, wan li darizandinên hêzên dewletê yên ku Alî Îsmaîl Korkmaz û Kemal Kurkut qetil kirin şopandine û got ku, bi biryarên ku derketine careke din kujer hatine parastin.

Zeytun got, "Tevî ku di Doza Vartînîs û JÎTEM'ê ya Enqereyê de kiryar hatin tespîtkirin jî, rayedarên payebilind ên cemaweriyê û hiqûqê hêj nehatine cezakirin."

Zeytûn anî ziman ku, ew bi biryar in ku li dijî necezakirina û parastina kujeran ku veguheriye politikaya dewletê têkoşînê bidomînin. Zeytûn her wiha Hrant Dînk jî bibîr anî.

Piştî çîroka Arman ê di dema destgîrkirinê de hat qetilkirin ji aliyê endama Desteya Rêveber a ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim ve hat xwendin, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî çalakiya xwe ya 564'emîn li dar xistin. Li ser navê xizmên windayan ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê li hev civiyan Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Zana Yucel Bozkurt axivî. Bozkurt diyar kir ku, heta encam bê girtin, ew ê aqûbeta windayan bipirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Di çalakiyê de çîroka Serokê HADEP'ê yê Navçeyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz ku piştî di 25 'ê Çileya 2001'an de li navçeya Silopya ya Şirnexê hatin destgîrkirin û careke din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin.