Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê: AKP wê biçin!

Namzetên hevşaredariyê ya HDP’ê bi eleqeye mezin ji aliyê gel û esnafan ve bi coş tê pêşwazîkirin. Gel ê gazindê ji krîzên aborî dike, eleqeyek mezin nîşanî namzetan dike.

CIRNÊ REŞ

Namzetên Hevşaredariyê ya Cirnê Reş a HDP’ê Meral Balter û Bişar Tuysuz xebatên hilbijartinê bê navber didomînin. HDP li taxên navenda navçeya Cûrnê Reş û bejahiya wê mal bi mal digerin. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzeta dike. HDP’yiyan anî ziman ku kesên berê deng didan AKP’ê jî eleqeyek baş nîşanî wan dikin, diyar dikin ku êdî AKP ne ku pirsgirêkan çareser bike, bûye partiyek pirsgirêkan çêdike.

KANIYA XEZALAN

Bi tevlîbûna Parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan xebatên hilbijartinên xwecih yên li ser Rêya PTT’ê ya li navçeya Kaniya Xezalan dom dike. Ocalan ê HDP’yî û namzetên hevşaredariyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman serdana sûka semtê kirin û guh dan esnafan. Gel giliyên krîzên aborî yên ku AKP’ê pêk anîne kirin.

MELETÎ

Rêxistina HDP’ê ya Meletî û namzet serdana esnafên Sîteya Pîşesazî ya Biçûk kirin. Di serdanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûnûs Bozkûş, Hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemel Gedîk li gel endamên partiyê amade bûn. Di serdanê de Hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemal Gedîk axivî û guh da astengiyên esnafan. Namzetê Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Meletiyê Yûnûs Bozkûş jî got: “HDP bê ku ti astengiyan li pêşiya xwe bibîne wê her tim xizmetê bike.

WAN

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik li Wanê li du nuqteyan bi ciwanan re civiya. Şik destpêkê serdana ciwanên li Zanîngeha Sed Salê ya Wanê (YYU) kir û li baxçeyê zanîngehê guh dan pirsgirêkên xwendekaran.

Şik piştî serdana YYU’yê tevlî şahiya vekirina buroya hilbijartinê ya li navenda Îpekyolûyê bû. Bi tevlîbûna sedan ciwanan, namzet jî amade bûn. Şik peyama “Em ê ji bo Leyla Guven biçin ser sindoqan”.