Xebat Marînos li Mexmûrê hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê QSD’ê Xebat Orhan bi nasnav Xebat Marînos di yekemîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê QSD’ê Xebat Orhan bi nasnav Xebat Marînos ku di 8’ê Sibata sala 2022’yan de di pêngava Gurzê Gelan de li Hesekê şehîd bibû, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de bi nîşandana sînevîzyonê hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata şehîd, bavê şehîd Ehmed Orhan axivî.

Ehmed Orhan bi xêrhatina gelê amade kir û got: “Şehîd şehîdê gelê Kurd e. Ji ber ku şehîd ji bo me hemûyan têkoşiya. Şehîdên me, ji bo gelê Kurd ê ku ev hezar sale bindeste, têkoşiyan. Pîroz e ku em hemû jî di vê rêyê de şehîd bikevin. Me ew soz jî daye ku em ê serî ji dijmin re netewînîn. Di vê cîhanê de kes li gel me nîne, tenê em li gel xwe ne. Serê Serokatî, hevrêyên wî û gelê welatparêz saxbe. Serketin a gelê Kurd e.”

Piştî axaftina bavê şehîd sînevîzyonek ku jiyan û têkoşîna Fermandar Xebat Marînos vedigot hate nîşandan.

Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.