Welatiyên Kerkûkê li dijî nirxê elektirîkê û nebûna elektirîkê daketin kolanan

Welatiyên Kerkûkê li dijî bihabûna nirxên elektirîka matorê ya taxan û nebûna elektirîkê da ketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan.

Li Kerkûkê bi tevlêbûna mamosteyên olî, çalakvanên siyasî û hinek rewşenbîr welatiyên Kerkûkê li dijî bihabûna nirxê elektirîka motorê ya taxan li ber avahiya Qeymeqamtiyê ya Kerkûkê kom bûn.

Di çalakiyê de oldar û çalakvanê sivîl Doxtor Samal Bazneyî, axivî û destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku nirxê elektirîkê ya matorê bê daxitin.

Ji ber rewşa hewayê komîteya çalakiyê ragihand ku wê çalakiya xwe roja Şemî saet 10:00’ê sibehê pêk bîne û bang li hemû welatiyên Kerkûkê kir ku roja Şemî tevlî çalakiyê bibin.