Viyan Soran li Mexmûrê hate bîranîn

Li Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Welî Hisên) di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) di 17’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn. Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî têkoşîna şehîd Viyan Soran Endama Meclîsa Îştar Helîm Hilalî axivî.

Helîm Hilalî di axaftina de di kesayeta şehîd Viyan Soran de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Ji bo şehîdan em çiqas baxivin jî em nikarin îfadeya şehîd bikin û wê jêre kêm be. Em li ser rêya şehîdan dimeşin, şehîd rêya me ronî dikin hevrê Viyan Soran jî yek ji wan hevrêyan bû. Hevrê Viyan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bedena xwe da ber agir û şehîd bû. Şehadeta her hevalekê ji bo me hem cihê xemgîniyê ye û hem jî cihê serbilindiyê ye. Em ê heta dawiyê li pey doza şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftina Helîm Hilalî sînevîzyona ku li ser têkoşîna Şehîd Viyan Soran hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê merasîma bîranînê  bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.