Tîryakî: Îzahata tecrîdê nîne

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir, ji aliyê hiqûqî ve ti hinceta tecrîdkirina Ocalan û redkirina daxwazên hevdîtinê nîne û got, ev yek jî dibe sedema berxwedanê.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî. Tîryakî diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li cîhanê tu mînaka wê tune. Tîryakî bal kişand ser vî tiştî ku di sedsala 21’emîn de tecrîd ji hiqûqa modern hatiye rakirin lê li Tirkiyeyê hê jî didome. Tîryakî got ku, “Nayê qebûlkirin ku kesek li giravekê bi xizm û parêzerên xwe nikaribe hevdîtinê bike. Jixwe tu aliyekî vî tiştî tuneye ku mirov bide ber hiqûq û zagonan. Serlêdanên parêzeran jî ne ji ber sedemên hiqûqî hatin redkirin. Bi hincetên wekî koster xerabe ye, hewa ne xweş e serlêdan hatin redkirin. Her roj bi dehan peywirdarên ewlekariyê diçin giravê lê xizm û parêzerên girtiyan nikarin biçin. Ji ber ku êdî nikarin rewşê veşêrin hincetên beredayî diyar dikin. Bi van hincetên pûç re dixwazin hevdîtinê asteng bikin. Ji ber vê jî ji bo vegotina bêhiqûqiya li Îmraliyê gotin têr nake.”

‘AGIRÊ MEŞALEYA SERHILDANÊ CÎHAN GERM KIR’

Tîryakî diyar kir ku desthilatdarî hevdîtinê asteng dike û bal kişand ser vî tiştî ku li hemberî van hincetan nerazîbûneke mezin wê pêk were û qala grevên birçîbûnê kir. Tîryakî got ku, “Agirê meşaleya serhildanêya ku Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, li hemû cîhanê deng vedaye. Ev dengvedana çalakiyê li hemû girtîgehan belav bûye. Li gorî me ev çalakî wê zêdetir bibin. Ji ber ku mirov tecrîdê qebûl nakin. Gelê me êdî vê tecrîdê qebûl nake. Ez dixwazim mînaka Nasir Yagiz bidim Nasir li Êlihê bi salan di nav HDP’ê de xebitî. Ji ber ku gelek doz lê hatin vekirin, ji neçarî ji welat derket. Yagiz a niha li Hewlêrê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Hevalê me Sedat Akin jî di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Akin piştî ku hate berdan niha çalakiya xwe li malê didomîne. Ev jî diyar dike ku wê greva birçîbûnê bênavber bidome.”

ERKA ME YA BINGEHÎN DENGDAYÎNA DAXWAZÊN GEL E’

Tîryakî diyar kir ku nerazîbûnên cidî yên gel li dijî politîkayên tecrîdê heye û li beramberî van nerazîbûnan deng derxistina partiya gel HDP’ê mecbûrî ye. Tîryakî bi domdarî got; “Ji bo bidawîbûna tecrîdê HDP di nava hewldanên girîng de ye. Parlamenterên HDP’ê demkî bi dorveger û niha grevên birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dane destpêkirin. Em parlamenterên HDP’ê destpêkê grevên birçîbûnê yên 3 rojî dabûn destpêkirin. Di roja 100’an a çalakiya hevrê Leyla Guven de li hemû herêman meşên ji bo Leyla Guven me li dar xist. Dîsan bi armanca avakirina raya giştî li Stenbolê zêdetirî 50’î parlamenteran me xwest li pêşiya lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Parlamenterên me li meclîsê di her axaftinên xwe de balê dikêşin li ser tecrîdê. Dîsan em parlamenter li her qadan bê navber van daxwazan radigihînin.”

‘TECRÎD PIRSGIRÊKA HERÎ SEREKE A GEL E’

Tîryakî diyar kir ku tecrîd li pêşiya xebatên şaredariyê ye û wiha gotinên xwe bi dawî kir; “Rojeva bingehîn a gel, gihiştina armancên xwe ya çalakiya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ne. Civînên bi gel re yên di çarçoveya xebatên şaredariyê de ji aliyê gel ve kêm tê dîtin û heta nerazîbûnên gel hene û pirsgirêka herî sereke a gel tecrîd e.”