Tevgera Azadî ya Kerkûk: Divê gel bes bêrûmetiya li welatparêzan tê kirin qebûl bike

Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê têkildarî destgîrkirina Hevserokê Tevgera Azadî yê ji aliyê Asayîşa Ranya ve û piştre berdana wî daxuyanî da û bang li xelkê bi rûmet ê Başûr kir ku bes bê rûmetiya li welatparêzan tê kirin qebûl bikin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mamoste Selam Abdullah 27’ê Çileyê li Ranya ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatibû destgîrkirin û piştî 3 rojan îro hate berdan.

Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed daxuyanî da û destgîrkirina hevserokê xwe Mamoste Selam Abdullah Şermezar kir û got: “Bê ku sedemek hiqûqî hebe Mamoste Selam Abdullah li Ranya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin. Destgîrkirina kesayetek mîna Mamoste Selam ê civakî û siyasî deqek reşe li ser rûyê desthilata Herêma Kurdistanê.”

Sermed rexne li desthilatê kir û diyar kir ku rojane bi sedan kesên welatfiroş û gel firoş li bendên kontrolê derbas dibin nayên destgîrkirin û got: “Mixabin kesên welatparêz weke Mamoste Selam Abdullah ku xelkê wê herêmê ye, her kes dinase, çawa dibe bê sedemeke hiqûqî bê destgîrkirin. Ev yek wê nîşan dide ku kesên li wan bendên kontrolê ferq û cudahiyê naxe nava kesên welatparêz ên mîna Mamoste Selam Abdullah û kesên din.”

Herî dawî Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed destnîşan kir ku ew ê heta dawî ji bo parastina destkeftiyên xwîna şehîdan kar bikin û got: “Destgîrkirina Mamoste Selam Abdullah nabe sedemê me ji kar bigire û têkiliyên me xelkê herêmê û partiyên din re qût bibe. Daxwaz ji xelkê bi rûmet ên Başûrê Kurdistanê dikin ku bes vê bêrûmetiya li welatparêzan tê kirin qebûl bikin."