Tevgera Azadî: Xwedî li gelê Şengalê derbikevîn!

Tevgera Azadî, bibîr xist ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ji ber bêdeniya hikûmeta Herêmê û Iraqê pêkhatiye.

Tevgera Azadî têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Di daxuyaniyê de nerazîbûnên tund hatin nîşandan.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de ev tişt hate gotin: “Di salvegera qetlîama Til Koço ya çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an pêk hatî de dewleta Tirk êrîşî Şengalê kir. Bi vê êrîşê dixwazin pilana êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê çeteyên DAIŞ’ê destpê kirî bidomînin û dixwazin qirkirina Êzidiyan bînin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk ji bo ku bixwaze bigihe armanca xwe li dijî gelê me hertim dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê divê yekê de komkirine, niha jî bombebarana Şengal ya ku bi alîkarî û di encama hevdîtina serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Erdogan de pêkhatî çêbû. Di demên berê de lihevkirinên aborî û siyasî yên di navbera PDK’ê û desthilatdarên Başûr de çêbûn û ev jî ji bo dirêjkirina siyaseta dagirkerên Başûrê Kurdistan hatin bikaranîn, niha jî bi heman şêweyî metirsiya wê heye ku vê carê jî Ebadî û Erdogan li ser tinekirina gelê me û deskeftiyên gelê Kurd lihev kirine.

Em weke Tevgera Azadî diyar dikin ku ev êrîşên hovane û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê me bi taybet li ser Şengalê aloziyê sortir dike. Em bang li gelê xwe dikin ku li benda kesê neminin, bi herikin qadan. Bila gelê me di nava Başûrê Kurdistan û dervey welat de tekoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêşbêxwe û bila xwedî li gelê me yê Şengalê derbikevin.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistan û parlamento fikrê hizbayetiyê bide aliyekê û erkê xwe yê parastina serweriya xaka Başûrê Kurdistan û bi taybet gelê Şengalê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêkîne. Erkê hemû hêzên siyasî jî ew e ku yek bin û li hember zordariya dewleta Tirk êdî bêdeng nemînin. Pewîste hemû aliyên siyasî xwedî helwestek cidî bin. Divê nûnerên Kurd yên li Iraq, Hikûmeta Iraqê neçar bikin ku nêzîkatiye baş li gel Êzidiyan bikin û di aliyê parastinê de garantiya parastinê bidin. Divê Iraq sinorên Iraqê ji hêzên dagirker paqij bike ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê hê zêdetir bi qirkirinê re rûbirû neyê.”