Tevgera Azadî: Girtina ciwanan ne di xizmeta gel de ye

Hevserokên Tevgera Azadî li ser girtina ciwanên ku di çalakiya li Tekye de hatibûn destgîrkirin daxuyaniyek da û banga azadkirina ciwanan kir û diyar kir ku girtina ciwanan di berjewendiyên gel de nîne.

Hevserokên Tevgera Azadî Tara Husên û Selam Abdullah li ser çalakiya ciwanan û girtina 9 ciwanan a ji aliyê hêzên asayîşa Çemçemalê ve daxuyaniyek da.

Hevserokan bal kişand ser çalakiyên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û got: “Her ku ber bi roja 15’ê Sibatê 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ve diçin ku li ser Rêberê aşîtxwaz ku ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd rojeke reş û nexweş e, gelek çalakiyên cihê tên kirin. Sedan kesî xwe kirin qurbanî û amade ne ku canê xwe bibexşînin. Li her derê ku Kurd lê ne çalakî tê kirin ji bo şermezarkirin. Hêviya me ew e ku çalakiyên îsal bê pirsgirêk û alozî be. Hêzên ewlekariyê li Başûr li her derê divê hevkar bine ne dijber bin. Ji ber ku dijberiya van rojan tê wateya xizmeta ji bo dijmin, dijî pîvan û berjewendiyên gelê me ye.”

Li ser girtina ciwanan a ji aliyê Asayîşa Çemçemalê ve jî hevserokan ev bang kir: “Duh şev ciwanan li bajarokê Tekye bi meşale çalakiyek kirin. Asayîşa Çemçemalê êrîş bire ser çalakiyê, heta niha ya diyar 9 ciwan winda ne. Daxwaza azadî ji bo wan ciwanan dikin. Ji ber ku çalakiyeke sivîl û demokratîk bê alozî lidar xistibûn. Girtina wan a li nava zindanên bê wate û xizmet ji bo dozê nake.”