Temellî: Biratî nîne; hemwelatiyê wekhev heye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî got; “Destpêkê dibêje ‘birayê min’, piştî hilbijartinê îşareta gurî dike. Biratî nîne li vî welatî her kesê dijî hemwelatiyê wekhev e.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li navçeya Kozlukê ya Êlihê bi hezaran re hat cem hev û bertek nîşanî tecrîdkirina Ocalan da. Temellî, ji hikûmet û wezareta dadê xwest tecridê rakin û wiha got: "Ji bo hûn Tirkiye ji pirsgirêkan xelas bikin divê hûn berê tecrîdê rakin. Heta ku tecrîd bidome, wê li vî welatî bê hiqûqî û bê edaletî jî bidome." Afaftina Temellî, bê navber bi dirûşmeya "Bê serok Jiyan nabe" hat qutkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Kozluk a Êlihê tev li vekirina buroya hilbijartine ya HDP'ê bû. Temellî, di merasima vekirina Buroya Hilbijartinê de ji aliyê hezaran kesan ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Gel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" Temellî pêşwazî kir. Piştî Temellî gihişt ber buroya hilbijartinê hêjmara girsê mezin bû û gihişt hezaran kesan. Li gel Temellî, Namzetên hevşaredaran û parlamenterên HDP'ê jî tev li vekirina buroya hilbijartinê bû. Temellî, piştî gel silav kir, lêpirsîna ku Serdozgeriyê Komarê yê Tuncelî li wî vekiriye rexne kir. Temellî, anî ziman ku çiqas lêpirsîn vedikin bila vekin, lê di encamê de tê heqîqat bi ser bikeve û wiha got: "Hûn çiqas lêpirsînan vekin vekin, lê heqiqet wê bi ser bikeve û HDP wê bi ser bikeve." 

‘NE HIQÛQ Û NE JÎ EDALET HIŞTIN’

Temellî, ewil polîtikayên AKP'ê yên tecrîdkirina Îmraliyê û Ocalan rexne kir û wiha got: "Ji bo hûn Tirkiye ji van pirsgirêkan rizgar bikin divê hûn berî her tiştî tecridê rakin. Berpirsiyarê tecrîdê desthilatdarî ye. Heta ku ev tecrida mudlaq bidome bê hiqûqî û bê edaletî wê li Tirkiye berdewam bike. Ji ber ku tecrîd, çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd asteng dike. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe jî li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin. Ji ber tecrîd ranabe û pirsgirêka Kurd çareser nabe her roj pirsgirêk zêde dibin. Betalî, xizanî zêde dibe. Krîza aborî û siyasetê kûr dibe. Berî her tiştî divê hûn tercîda mutlaq bi dawî bikin.

BI HEZARAN GIRTÎ DI GREVÊ DE NE

Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven 132 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Bang li hemû cemaweriya Tirkiye û cîhanê dike. Em deng tev li dengê wê bikin û bêtir dengê wê bilind bikin. Em têkoşînê tev li têkoşîna wê bikin. Ev têkoşîna edalet û hiqûqê ye. Îro bi hezaran girtî li girtîgehan bedena xwe daye ber mirinê û di grevê de ne. Duh me hevalekî xwe winda kir. Em li vir carek din bang li Wezareta Dadê û hikûmetê dikin. Tecrîdê rakin. Li vir cane mirovan li holêye. Mijara edalet û hiqûqê ye. Pêdiviyê edalet û hiqûqê pêk bînin. 4 sal berê maseya çareseriyê rakirin. 4 sal berê maseya hevditinê ji holê rakirin û tecrîda mutlaq dan destpêkirin. Ji wê rojê û heta niha bê edaletî û bê hiqûqê serdest e.

Temellî, xwest li dijî faşîzmê mil bidin mil û bi hevre di hilbijartinê de faşîzmê têk bibin û HDP'ê bêtir bi hêz bikin. Temellî, anî ziman ku Serokomar Erdogan ewil ji Kurdan re got 'Bicehimin biçin'. Niha jî ji HDP'iyan re dibêjin ‘Ev terorîst in' û Kurdan û HDP’ê dikin hedef. Em dibêjin em gel in. Gel li vir e. Kurd û Tirk 72 milletên Tirkiye li vir e."

Temellî, anî ziman ku AKP'ê li her derê HDP kiriye hedefa xwe û êrîş dike û wiha berdewam kir: "Em dibejin HDP ne terorîst e. Em ê dengê HDP’ê li her derê bilind bikin. Ji ber ku dengê heqîqetê ye. Heqîqet û HDP wê bi ser bikeve.

Temellî, heri dawî bang li Gelê Kozluke jî kir û anî ziman ku HDP li gelê Kozlukê tê û wiha got: "Ji ber vê yekê yên hilberînin û yên bi rêve bimin dîsa em bi xwe ne. Em dê hemû rengên Tirkiye bên cem hev û li partiya xwe xwedî derkevin, li ax, av û welatê xwe xwedî derkevin. Kozluk Ya Me Ye. HDP partiya heviyê ye. Her ku hêvî mezin bibe rêya aşti û demokrasiyê dê vebe. Wê  terîd û faşîzm jî bişkê."

 Axaftina Temellî bê navber bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" qat qutkirin. Temellî piştre derbasi Qubînê bû.