Talankerên AKP'yî Gola Wanê diherimînin

Şaredariya Artemêtanê ya DBP'yî ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin û Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî peravên Gola Wanê bi keviran dagirtin.

Gola Wanê ku gola herî mezin a Kurdistanê ye, bi xeml û rewşa xwe mîna beşek ji buhiştê ye. Peravên Golê 450 kîlometre ye. Bajarek, 6 navçe û 136 gund li dora Gola Wanê ne. Nêzî milyonek mirov li dora Gola Wanê dijîn.

Bi kendavên xwe yên biçûk, bi perav û ava xwe ya zelal, xemla Kurdistanê ye. Hikumeta AKP'ê û dewleta Tirk gefê li Gola Wanê jî dixwin. Gol ji aliyê saziyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Ji ber ku beşek ji peravên golê ji aliyê saziyên dewletê ve hatiye dagirkirin, mirovên li herêmê nikarin bikevin golê. Dewlta Tirk bi dîwarên bilind û têlan dor li peravên golê girtiye û nahêle welatî ji xwe re bikevin golê.

KIRINE KU ÊDÎ KES NIKARE BIKEVE GOLÊ

Rejîma AKP'ê ku peravên Gola Wanê li gel qedexe kiriye, peravên golê yên li navçeyên Artemêtan û Tûşbayê bi keviran dagirtiye. Qadeke ji kîlometreyan dirêj, ku cihê bi hezaran çûk û zindiyan e û gel jî bi hêsanî lê diket golê, bi keviran hatiye girtin. Peravên paqij ên golê ji aliyê qeyûmê Artemêtanê û Şaredarê Tûşbayê yê AKP'yî ve hatiye talankirin. Cih nema ye ku welatî lê bikevin golê.

Bi hezaran mirovên tên ber golê, bêyî ku bikevin nava avê, neçar dimînin ku ji dûr ve li golê binerin. Şêniyên Wanê û mirovên ji bajarên din ji bo bikevin ava golê tên, neçar in biçin peravên bi 50 kîlometreyî dûrî navenda bajêr in. Mirovên ku ji aliyê madî ve rewşa wan zêde nebaş in, ji ber vê talana AKP'ê nikarin bikevin golê.