TAJÊ ji bo Mam Zekî soza 'Êzîdxana azad' da

Koordînasyona Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) soza ku wê ji bo bîranîna endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî Êzîdxana azad ava bikin.

TAJÊ li ser bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji ber şehadeta Zekî Şengalî sersaxî ji malbata wî, civaka Êzidî û gelê Kurd re xwest.

Di daxuyaniyê de bomberdûman weke "erîşeke hovane û namerdane" hate binavkirin û hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dildar û dilsozê civaka Êzidî hevrê Zekî Şengalî heta dawiya emrê xwe xizmet ji şoreşa azadiyê ya gelê Kurd rekir" û hate ragihandin ku Şengalî di rêwitiya xwe ya 40 salan a têkoşînê de bi kesayeta xwe ya dilnizim navê xwe li dilê her kesî kolaye.

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Zekî Şengalî ji Êlihê heta metrepolên Tirkiyeyê, ji wir heta welatên xerîbiyê û heta bi çiyayên azad, bi rengekî ji rêzê nejiya ye û timî bûye hêviya gelê xwe. TAJÊ got, "Hesret û hezkirina wî ya ji welat re bû sedem ku her tim berê wî li çiyê be. Pê bawer bû ku welatparêziya herî rast ew e ku li ser xaka xwe têkoşîna azadiyê bidomîne û wisa jî kir. Li cem wî bi taybet wek ferdek civaka Êzidî wateya xakê û dilsoziya pê re gelekî li pêş bû."

Di daxuyaniyê de işaret bi bandora fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li ser wî hate kirin û hate gotin, "Şoreşgertiya wî ya bi exlaq û dilsoziya wî ya bi xakê re nedihişt ku raweste û tenê ji dûr ve li vê karesatê temaşe bike. Di rojên destpêkê yên fermanê de berê xwe da Şengalê. Rêwitiya wî ya ber bi Şengalê gelekî dişibiya rêwitiya Derwêşê Evdî ya ji bo serketinê. Ji bo careke din civaka Êzidî nebe şahidê fermanek din, hemû kêliyên jiyana xwe, her wext û dema xwe ji bihêzkirina civaka Êzidî re danî. Li ser xaka pîroz a Êzîdxanê bêrawestan têkoşiya. Ji zarokên Şengalê bigire heta kal û pîran ji hemiyan re bû hevrêyekî herî nêz."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hevaltiya Şengalî ya bi jinê re, di sekna wî ya li dijî hişmendiya mêrên zalim ên serdemê ku bi hezaran jinên Êzidî revandin û qetil kirin de  bi zelalî hatiye dîtin û wiha hat gotin: "Ji ber kûrbûna wî ya di felsefeya azadiyê de, hevaltiya bi jinê re wek pîvana xwe ya herî esas hilbijart û li gor wê jî jiya. Hezkirin û hurmeta wî ya ji jinê re hişt ku hewl bide êşa jinên Êzidî nas bike û bibe fedayiyê vê rêka pîroz. Ji ber vê Mam Zekî Şengalî sembola mêrê xwedî pîvanên azadiyê ye ku di oxira jiyana azad de canê xwe feda kir. Derwêşê evîndarê xaka xwe bû ku di bin her şert û mercî de dest ji pîvanên xwe yên azadiyê bernedida."

Di dawiya daxuyaniyê de soz û peymana bi Zekî Şengalî re hat dubarekirin û hat hat gotin ku TAJÊ wê xeyalên Şengalî bi avakirina Êzdîxanek azad re pêk bîne. Her wiha soz hat dayîn ku tola Zeki Şengaliyan li erdê nemîne û hesab ji êrîşkaran û hevkarên wan bê pirsîn.