Sersaxiyên ji bo Alî Bîngol hatin qebûlkirin
Ji bo welatparêz Alî Bîngol ê ku di civaka Kurd de wekî Aliyê Xinzorê tê nasîn û di 30’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da li Munihê şîn hat danîn.
Ji bo welatparêz Alî Bîngol ê ku di civaka Kurd de wekî Aliyê Xinzorê tê nasîn û di 30’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da li Munihê şîn hat danîn.
Alî Bîngol ku di sala 1972’an de li bajarê Munih ê Elmanyayê tevî sê hevalên xwe komaleya Kurd ava kir û wekî welatparêzekî hemû erkên xwe li gorî pêwîstiyê pêk anî, di 30’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Alî Bîngol di civaka Kurd de wekî Aliyê Xinzorê dihat nasîn. Cenazeyê wî li gundê Xinzora Jor ya navçeya Gimgimê ya Mûşê hat veşartin.
Ji bo Alî Bingol li salonekî bajarê Munihê şîn hat danîn. Zêdeyî hezaran kes sardana şînê kirin û li ser nave malbatê Şerafettîn Bingol û Azad Bingol helbesta Alî Bingol xwendin.
Zavayê wî Şerafettîn Bingol anî ser ziman ku Alî Bingol di tevahiya jiyana xwe de mala xwe wekî komale, mizgeft û cemxane ji her kesî re vekiriye û alîkariya mirovan kiriye.
DERBARÊ ALÎ BINGOL DE
Alî Bîngol ku bi navê navê Alîyê Xinzorê tê zanîn, di sala 1945'an de li gundê Xinzorê ya navçeya Gimgimê (Varto) ya Mûşê ji dayik bû.
Ew di 30ê Avrêlê 2025'an de, di bajarê Mûnchenê de koça dawî kir û li 3 Gulanê li Gundê xwe Xinzora Jor li Navçeya Gimgimê hat veşartin.
Alî Bîngol di sala 1970'an de hat Almanyayê û ji 1972'an şûnde li Munihê jiya. Wek kesekî welatparêzê pêşîn a nifşa yekemîn ya Kurdên li derveyî welat, kesekî ku di bin şertên koçberiyê de her tim şopdar û pêşeng bû.
Di Nîsana 1972’an de tevî sê hevalên xwe komaleya Kurd ava kir û rêveberiya wê li xwe girt. Damezrandina komeleyê di demekê gelekî dijwar da pêk hat. Di salên piştre jî di damezrandina gelek komele , mizgeft û saziyên Kurd de jî wek pêşeng, damezrîner û rêvebir cihe xwe girt.
Mala wî wekî xaniyeke derî vekirî ji bo hemû Kurdan bû. Mal wek cihê kombûn, hevditina kesên ku li Munihê jiyan dikin an jî rêya wan li wir dikeve bû. Di nav civakê da demekê dirêj wek "navend , komel , mizgeft , dergah , cemxane" jî dihat dîtin.
Alî Bingol armanc kir ku pirsgirêkên civakî û siyasî bi nêzîkatiyekî nûjen çareser bike. Bi aliyê xwe yê rexnedar, lêkolîner û lêpirsîner her tim li pey heqîqetê bû.
Alî Bîngol gelek helbest û raman nivîsand ku piraniya wan hîn nehatine weşandin. Ew her dem di xebatên xwe da girîngî dida ji bo lekolîn û parastina zimanê Kurdî di beşên wek kilam , helbest , çîrok û dîrok. Bi vî nezikbûna xwe ya hunermendî û welatperwerî di nav malbat û civaka xwe de jî wek pêşeng û kedkare çand û hunera Kurdî bû.
Heta koça xwe ya dawî 30’ê Nîsana 2025’an wekî welatparêzê pêşîn a nifşa yekemîn di derveyî welatê xwe de wekî pêşeng xebitî. Şop û berhemên wî di nav civakê de dimînin.