Helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan: Hûn bi bêhna biharê hatin

TJA û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Amedê merasimek lidar xistin û helbesta ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî xwendin.

HELBESTA RÊBER APO YA JI BO ZAROKAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di çarçoveya Roja Dayikan de li avahiya li navçeya Bagcilar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin ba hev. Di merasîmê de pankarta “Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye” hatin daliqandin. Ji xeynî jinên TJA’yê Dayikên Aştiyê, endamên ANYAKAY-DER û gelek jin beşdarî merasimê bûn.

Di merasîmê de nameya ku Rêber Apo ji bo zarokan nivîsandî hate xwendin. Rêber Apo ji nameyên ku zarokan ji wî re şandiye îlham girt û ev name nivîsand.

Helbeta Rêber Apo bi vî rengî ye:

‘’Ji Hemû Zarokan Re

Me di berbangekê de hevdu nas kir

Dema ku deriyê sar û rizdekirî vedibû

Weke her roj gardiyan dihat

Li gel girseyeke rojnameyan

Min jê pirsî; Îro name hatine?

Bi dengekî nizm got; 195 name hatine

195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.

Îro hemû mêvanên min in

Di nava van çar dîwarên de

Zarokno! Hûn bi xêr hatin;

Li gel gul û kulîlkan hatin.

Hevalên min ên dilmezin

We bi kulîlkan ava kir odeya min a tarî

Bi bêhna biharê hatin

Hemû reng berdan nava behrê

Helmijîna zarokan

Hembêzkirina wan, yek bi yek

Piştre min li rojnameyan nêrî

Çavê min li kuncikekê ket

Wêneyên rêzkirî

Yên zarokên Rihayî

Li ser erdê reş û spî

Zarokên her tim spî

Rêz bûne

Di her nêrînekê de gotinek, çalakiyek

Li gel ê herî biçûk jî; cîhanek

Dûr û dirêj lê nêrî

Min xwe berda hembêza zarokan

Warê 195 zarokan

Ez bi wan zarokan re çûm

Ji hemû zarokên cîhanê re

Ew awir û ew romanên bênav

Îro tiliyên biçûk bûn rêhevalên min

Min destê xwe da destên zarokan

Wan ez gihandim azadiya asîmanan

Azadî bi wan dest pê dike û bi wan diqede

Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir

Jixwe ez her tim zarok bûm

Ez di alema zarokan de veşartî bûm

Wextê ku ez bi hogirên xwe yên biçûçik re ketibûm nav sohbeteke kûr

Bi dengê deriyê hêsin ez veciniqîm

Tenê saetek bû wextê hênasedanê

Bi gavên li pey hev

Li wan qulingên ku li asîmanan xwe vedizelînin

Min destê xwe bilind kir

Û bi dengê dilê xwe got "silav"

Qulingno silavên min bigehînin li wan 195 zarokan

Bêjin ji wan re

Bila xwe hînî lawînî û ilmê bikin

Silavên min bigehînin dayik û bavan

Bila wan birçî nehêlin

Bêjin qulingno bêjin

Bêjin ez maç dikim zarokên Rihayî

Silavên min bigehînin hemû zarokan

Û bêjin ku Rêber dê ji bo wan bijî

Bêjin ez ji wan pir hez dikim

Bêjin ez ji çavên her kesî maç dikim

Rêbertî.”

Piştî xwendina nameye li salonê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.