Nêçîrvan Barzanî: Geşedaneke dîrokî ye
Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo biryarên kongreyê yên PKK’ê got, “geşedanek dîrokî ye.”
Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo biryarên kongreyê yên PKK’ê got, “geşedanek dîrokî ye.”
PKK’ê encama danezana kongreya xwe ya 12’emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir. Kongreyê şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ragihand.
Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê peyamek belav kir. Barzanî got ku ew piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirin û danîna çekan û wê rûpeleke nû li herêmê veke.
Nêçîrvan Barzanî di peyam: “Em piştgiriyê didin biryara PKK’ê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike.
Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar bê bersîvdan. Ev zemîneke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe. Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.”