Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler 31'ê Gulanê li Zurichê ye
Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler ku wê bi dirûşma 'Bi Şoreşa Çandî ber bi Sosyalîzmê ve' îsal cara 13'an bê lidarxistin, di 31'ê Gulanê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk tê.
Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler ku wê bi dirûşma 'Bi Şoreşa Çandî ber bi Sosyalîzmê ve' îsal cara 13'an bê lidarxistin, di 31'ê Gulanê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk tê.
Amadekariyên ji bo Festîvala Ciwanan a Hasan Kiziler ku ji aliyê ciwanên Kurd ve bi kevneşopî her sal li Swîsreyê tê lidarxistin, bi berfirehî dewam dikin.
Festîvala ku wê bi dirûşma 'Bi Şoreşa Çandî ber bi Sosyalîzmê ve' îsal cara 13'an bê lidarxistin, di 31'ê Gulanê de li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk tê.
Komîteya amadekar a festîvalê daxuyaniyek da û got, "Ji bo xwedîderketina li navê Hasan Kiziler û gihandina mîrateya wî ya berxwedanê ji ciwanên vê demê re, ji bo me karekî rûmetî ye û berpirsyariyeke dîrokî ye."
Di dema daxuyaniyê de işaret bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê hate kirin û hate gotin, "Vê daxuyaniyê nîşanî me da ku azadî ne xewneke, lê belê berhema îradeya rêxistinbûyî, zane û bi biryar a civakî ye. Ev perspektîf ji bo me ciwanan di heman demê de banga têkoşîneke berfireh a li hemberî her şêweyê koletiyê ye."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya jinê, jiyana demokratîk û ekolojîk tenê bi vê îradeyê dikare bê avakirin.
Dem û cihê festîvalê:
31'ê Gulanê
Saet: 15:00
Helvetiaplatz- Zurich