Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Şêwirmendê Serokkomar: Destûra bingehîn a nû jî di nav de wê reformên berfireh bêne kirin

Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Ûçûm piştî ku PKK'ê avahiya xwe ya rêxistinî fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî, diyar kir ku ev pêvajo wê 'Bi reformên berfireh ku destûra bingehîn a nû jî di nav de ye, temam bibe'.

Serşêwirmendê Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan Mehmet Ûçûm li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Li gel hemû pêkhateyên gelê Tirkiyeyê, Tirk û Kurdan di têkoşîna hebûnê ya li dijî emperyalîzmê de şerê Rizgariyê qezenç kirin û bi avakirina Komara Tirkiyeyê re heta ebediyetê çarenûsa xwe bi hev re tayîn kirin. Kurd pêkhateya eslî ya damezrîner a Miletê Tirk e."

'KURD XWEDIYÊ DAÎMÎ Û DAMEZRÎNER Ê KOMARÊ NE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kurd weke parçeyekî cihê nabe yê Miletê Tirk, damezrîner û xwediyê daîmî yê Komara Tirkiyeyê ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleta milî ya Kurdan e. Sedsala Tirkiyeyê; sedsala Kurd û Tirkan e. Hemû daxuyaniyên li gorî vê paradîgmayê têne dayin, nîşan didin ku 'Ji bo Tirkiyeya bê terorê' qonaxa bingehîn temam bûye. Her wiha ragihandin û piştrastkirina yekbûna Kurdan a bi Dewleta Komara Tirkiyeyê û Miletê Tirk re ye."

DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ JÎ DI NAV DE REFORMÊN BERFIREH

Ûçûm bi dewamî got, "'Tirkiyeya bê teror' encam nîne, destpêkeke nû ye. Ji bo xwegihandina armanca 'Tirkiyeya bê teror' û bi encamkirina vê qonaxê demeke dîrokî ya bilindbûnê destpê dike. Dema nû wê ji her alî ve Tirkiyeyê xurt bike. Her kes qebûl dike ku wê qonaxeke nû destpê bike ku li qada demokrasî û hiqûqê reformên berfireh bêne kirin, hiqûqa demokrasî welatparêz û neteweyî şênber bibe. Weke ku tê dîtin, pêvajoya me ya avabûnê ku bi Rizgariyê destpê kir û bi îlana Komarê re piştrast bû, bi derbasbûna li nava 'Tirkiyeya bê terorê' re di serî de amadekirina destûra bingehîn a nû wê bi reformên berfireh temam bibe. Bi vî rengî meşa mezin a ber bi armanca Sedsala Tirikyeyê, sedsala duyemîn a Komarê wê hîn bi xurtî û bê astengî dewam bike."