Nûçeya Lezgîn: Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin
BLOGA ZINDÎ

Nûçeyên li ser Kongreya PKK'ê

PKK'ê encamnameya kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Nûçe, analîz, dîmen û wêneyên têkildarî kongreyê...

BLOGA ZINDÎ

14:50

DEM Partî: Serdemek bi dawî dibe, serdemeke tejî hêvî destpê dike

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, der barê biryara kongreyê ku ji aliyê PKK’ê ve hat ragihandin de got, “Serdemek bi dawî dibe, serdemeke tejî hêvî ji bo me hemûyan destpê dike.”

14:16

Hakan Fîdan: Biryareke girîng û dîrokî ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan têkildarî biryara PKK’ê got ku biryareke ‘’dîrokî’’ û ‘’girîng’’ e.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê  bi  Alîkarê Serokwezîrê Urdinê û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Ayman Safadî û Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta Şamê ya demkî  Esad Hasan Şeybanî re civiya.

Fîdan di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a piştî hevdîtinê de têkildarî biryara PKK’ê jî axivî.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got: ‘’Biryareke girîng û dîrokî ye. Bi taybetî jî ji aliyê aşitiya mayînde û aramiyê ve gelekî girîng e. Piştî girtina vê biryarên hin pêngavên ku divê werin avêtin hene û em ê ji nêz ve bişopînin.’’

12:51

Piştî biryarên kongreya PKK'ê hîseyên ASALSAN'ê bê qîmet bûn

Îro bi giştî rewşa borseyê zêde geş bû lê piştî daxuyaniya PKK'ê, hîseyên ASELSAN’ê bêqîmet bûn. Di nava rojê de hîseyên ASELSAN'ê ji sedî 9 qîmeta parên xwe winda kir û vê rewşê bala veberdêran kişand. Piştî biryara PKK'ê, di Borsa Stenbolê de gelek hîse bilind bûn. Bazara gelek tiştan biha bû lê tenê hîseyên şîrketa ASELSAN a berevaniya Tirkiyeyê qîmeta xwe winda kir.

12:35

Bakirhan: Li pêşiya avakirina Tirkiyeyê êdî ti hincetên bibin asteng nema

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî daxuyaniya PKK'ê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Bakirhan got, "Kongre li Tirkiyeyê pîroz be. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyeke demokratîk êdî ti hincet nema. Em Hêvîdar in ku em ê vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin."

12:25

YNK'ê piştgirî da biryara PKK'ê

Berdevkê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Saadî Ahmed Pîre biryarên kongreya 12'emîn a PKK'ê nirxand.

Pîre diyar kir ku biryara PKK'ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê û xwe fesixkirinê, ji bo dewamkirina rabirdûya xwişk û biratiya Tirk-Kurdan 'gaveke erênî' ye.

12:21

Kalkan: Ti destketî bi hêsanî û bê berdêl nebû
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Her kêliya têkoşîna me ya azadiyê ya meşa Apoyî ya 52 salan bi zehmetiyên mezin, bi fedakariya bi lehengî û wêrekî ya li hemberî astengiyan, bi dayina şehîdan hate bidestxistin."

12:13

Parlamentera Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan: Niha dora dewleta Tirk e

Parlamentera Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan di daxuyaniya xwe ya li platforma dîjîtal a medya X’yê de, diyar kir ku divê desthilatdariya AKP'ê piştî biryarên Kongreya 12’emîn a PKK'ê pêngavan bavêje.

Bêrîvan Aslan wiha got, "Ev gaveke dîrokî ye, lê bi tenê destpêkek e. Pêngavên piştî wê pêk bên gelekî girîng e. Hewcedariyên aştî ji agirbestê bêhtir e. Pêwîstiya me niha bi diyaloga siyasî, wekhevî û tevlîbûnê heye. Aştî qurfbar e. Niha dora Erdogan e! Divê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe bicih bîne û firsenda lihevkirineke rasteqîn ji dest bernede!"

12:05

Pervîn Bûldan bang li meclîsê kir ku bi erka xwe rabe

Piştî ku PKK'ê fesxbûna xwe eşkere kir, endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan bang li meclîsê kir ku bi erka xwe rabe.

Pervîn Bûldan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, "Ev pêşketineke dîrokî ye. Tê wateya bidawîbûna pêvajoya pevçûnê ya li Tirkiyeyê dewam dike û di heman demê de nîşaneya destpêkirina demokratîkbûyînê ye."

11:53

Barzanî: Geşedaneke dîrokî ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarên Kongreya PKK’ê weke ‘’geşedaneke dîrokî’’ pênase kirin.

‘’Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên Kongreya PKK’ê got: ‘’Biryarên kongreyê geşedanên dîrokî ne ku wê li herêmê deriyê serdemeke nû vekin. Ev pêngava li gel banga Birêz Ocalan hatî avêtin, nîşaneya pêşketina siyasî ye. Ji Tirkiye û hemû herêmê re zemîneke xurt a  diyalog, pêkvejiyan û aşitiyê pêşkêş dike. Êdî dema wê ye.’’

11:25

Bayhan: Divê daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin

Parlamenterê Stenbolê yê EMEP'ê Îskender Bayhan diyar kir ku daxuyaniya fesixkirinê ya PKK'ê girîng e û got, "PKK'ê xwe fesix kir. Ji aliyê xwe ve çek bêdeng kir. Lê belê divê destpêkê operasyon bêne rawestandin û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd bêne qebûlkirin."

11:18

Biryarên kongreya PKK'ê di çapemeniya cîhanê de ne

Biryarên kongreya 12'emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li çapemeniya cîhanê deng veda.

Reuters

Di nûçeya Reutersê de ku bi îmzeya Daren Butler ji manşetê hate weşandin, hate ragihandin ku PKK'ê xwe fesix kiriye û hate gotin, "Koma milîtan a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku zêdeyî çil sal in li hemberî dewleta Tirk di nava şerekî giran de ye, biryar da ku xwe belav bike û dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî bîne."

New York Times

Rojnameya girîng a DYE'yê New York Timesê daxuyaniya PKK'ê bi sernavê "Koma Kurd a serhildêr eşkere kir ku dawî li şerê bi Tirkiyeyê re aniye" weşand. New York Timesê diyar kir ku daxuyaniya PKK'ê ya destberdana ji çekan û belavbûnê biryareke welê ye ku dikare li welatên cîran deng vede.

BBC

BBC di manşeta xwe de got, 'PKK'ê eşkere kir ku dest ji çeçkan berdide û belav dibe'. Di nûçeya xwe ya têkildarî biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê de berpirsyariyên dewleta Tirk hatin bibîrxistin. 

Di dewama nûçeya BBC de cih ji Winthrop Rodgers ê ji Chatham House re hate dayin ku saziyeke fikrî ya navneteweyî ye û hate destnîşankirkin ku ji bo bersiv ji daxwazên partiyên siyasî yên Kurd bê dayin divê Tirkiye guherîneke mezin a demokratîk pêk bîne.

Rodgers bi dewamî diyar kir ku ji gelek aliyan ve êdî gog li qada Tirkiyeyê ye.

11:13

Le Monde: Gelek alî hene ku li benda çareseriyê ne

Rojnameya Le Monde ya Fransî piştî ragihandina biryarên kongreya PKK'ê mijar ji aliyên cuda ve nirxand. Di nûçeya destpêkê de ji bo biryarên kongreyê lînka ANF'ê parve kir.

Le Monde her wiha bi sernavê "Piştî tasfiyeya PKK'ê pirsgirêka Kurd ji gelek aliyan ve li benda çareseriyê ye" nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hate gotin, "Partiya Karkerên Kurdistan PKK ku salal 1979'an ava bû, ji sala 1984'an û vir ve ji bo naskirina hebûna Kurdan û dayina mafên gelê xwe, li dijî dewleta Tirk têkoşîneke mezin dimeşîne. Bidawîkirina vî şerî yek ji armancên bingehîn ên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bû."

11:04

Malpera înternetê ya kovara Der Spiegel a Elman biryarên kongreya PKK'ê ragihand

Di nûçeyê de ku sernavê "PKK'ê eşkere kir ku xwe fesix kiriye û dawî li têkoşîna çekdarî aniye" hate bikaranîn, hate gotin "PKK'ê bi dehan salan li dijî hikumeta Tirk şer kir. Niha jî Partiya Karkerên Kurd ragihand ku avahiya xwe ya rêxistinî fesix kiriye. Enqereyê ev gav weke xaleke diyarker pênase kir."

11:02

Dîmenên Kongreya PKK'ê

 

10:58

Qenala France 24 sernavê 'Nîşaneya Kurdan Ocalan, ji şer ber bi aştiyê ve...' bi kar anî

Di nûçeyê de hate gotin, "Lîderê dîrokî yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku 26 sal piştî girtina ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve roja Duşemê xwe fesix kir, li hucreya girtîgehê hîn jî nîşaneya doza Kurd a li Tirkiyeyê ye."

Di analîza berfireh de li ser PKK'ê û Rêber Apo hate gotin, "Aûraya wî li Ewropayê jî dewam dike ku penaberên Kurd bi rêk û pêk al û pankartên ji rûyê wî bilind dikin. Bi demê re simbêlê reş ê li ser spî bû be jî..."

"Ji Enqereyê hebû ku dema ew girt, serê PKK'ê jê kiriye. Lê belê 'Apo' (...) di girtîgeha hucreyê de jî talîmat da kesên serdana wî kirin û tevgera xwe bi rê ve bir."

10:53

Rojnameya Liberation a Fransayê weke nûçeya lezgîn derbas kir:

"Partiya Karkerên Kurdistan 12'ê Gulanê roja Duşemê bi belavokekê ragihand ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye ku zêdeyî çil sal in li hemberî dewleta Tirk dimeşîne."

10:50

Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê: Mekanîzma wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn

Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala li ser X'ê daxuyanî da û anî ziman ku bi biryara PKK'ê re qonaxeke girîng hatiye derbaskirin û debasî asteke girîng bûye.

Efkan Ala got, "Di vê qonaxa girîng de mekanîzmayên li ser karên bêne kirin û rêvebirina pêvajoyê wê li gorî ya pêwîst bi cih bêne anîn. Em bi biryardarî ber bi armanca 'Tirkiyeya bê teror' dimeşin ku Birêz Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan û Birêz Devlet Bahçelî bi îrade û berxwedêriya xwe danîn holê."

10:49

Şêwirmendê Serokkomar: Destûra bingehîn a nû jî di nav de wê reformên berfireh bêne kirin

Serşêwirmendê Serokkomarê AKP'yî Recep Tayyîp Erdogan Mehmet Ûçûm li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û got, "Li gel hemû pêkhateyên gelê Tirkiyeyê, Tirk û Kurdan di têkoşîna hebûnê ya li dijî emperyalîzmê de şerê Rizgariyê qezenç kirin û bi avakirina Komara Tirkiyeyê re heta ebediyetê çarenûsa xwe bi hev re tayîn kirin. Kurd pêkhateya eslî ya damezrîner a Miletê Tirk e."

'KURD XWEDIYÊ DAÎMÎ Û DAMEZRÎNER Ê KOMARÊ NE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kurd weke parçeyekî cihê nabe yê Miletê Tirk, damezrîner û xwediyê daîmî yê Komara Tirkiyeyê ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê dewleta milî ya Kurdan e. Sedsala Tirkiyeyê; sedsala Kurd û Tirkan e. Hemû daxuyaniyên li gorî vê paradîgmayê têne dayin, nîşan didin ku 'Ji bo Tirkiyeya bê terorê' qonaxa bingehîn temam bûye. Her wiha ragihandin û piştrastkirina yekbûna Kurdan a bi Dewleta Komara Tirkiyeyê û Miletê Tirk re ye."

DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ JÎ DI NAV DE REFORMÊN BERFIREH

Ûçûm bi dewamî got, "'Tirkiyeya bê teror' encam nîne, destpêkeke nû ye. Ji bo xwegihandina armanca 'Tirkiyeya bê teror' û bi encamkirina vê qonaxê demeke dîrokî ya bilindbûnê destpê dike. Dema nû wê ji her alî ve Tirkiyeyê xurt bike. Her kes qebûl dike ku wê qonaxeke nû destpê bike ku li qada demokrasî û hiqûqê reformên berfireh bêne kirin, hiqûqa demokrasî welatparêz û neteweyî şênber bibe. Weke ku tê dîtin, pêvajoya me ya avabûnê ku bi Rizgariyê destpê kir û bi îlana Komarê re piştrast bû, bi derbasbûna li nava 'Tirkiyeya bê terorê' re di serî de amadekirina destûra bingehîn a nû wê bi reformên berfireh temam bibe. Bi vî rengî meşa mezin a ber bi armanca Sedsala Tirikyeyê, sedsala duyemîn a Komarê wê hîn bi xurtî û bê astengî dewam bike."

Ji AKP'ê daxuyaniya têkildarî 'PKK'ê: Qonaxeke girîng e

Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da û ragihand ku daxuyaniya PKK'ê girîng e û got, "Wê deriyê serdemeke nû veke."

Çelîk bi dewamî got, "Xwegihandina armanca 'Tirkiyeya bê teror' di demekê de ku li cîhanê siyaset ji siyasetbûnê dûr ketiye, wê derfetê bide bikaranîna bi bandor a qenalên siyasî yên li Tirkiyeyê, demokrasiya me, jiyana me ya siyasî û yekîtiya me ya neteweyî hîn xurt bike."

Berdevk got, "Wê bike ku rêyên diyaloga siyasî, di serî de TBMM hemû navnîşanên rewa yên siyasetê bi xurtî bixebitin. Wê hişmendiya 'komar sîwana me hemûyan e', feraseta 'zemîna' bingehîn a çareseriya hemû pirsgirêkên demokrasiya me ye wê xurt bike û ji aliyê siyasî ve bingehîn bike. Bi hişmendiya dîrok, çarenûs û welatîbûna hevpar, paşeroja me wê li ser zemînên herî xurt û rewa ava bibe. Her qonaxeke erênî wê qonaxeke din a erênî vexwîne. Yên bi ser bikevin wê welatiyên me hemû bin. Prensîba me ya bingehîn ev e: Navên me cuda jî bin, paşnavê me hemûyan Komara Tirkiyeyê ye."

09:53

Afirîner û ragirê çanda Apoyî

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Riza Altûn di sala 1954'an de li gundê Kuçuksobeçîmen ê Kayserî-Sarizê ji dayik bû. Ev gundê ji 60 malan ku ji Kurdên Elewî û bi zazakî diaxivîn pêk dihat, ku ji ber Qanûna Firka-î Îslahiye (Jinûve kontrolkirina qadên li derveyî kontrolê) ku di sedsala 19'an de ji aliyê Osmaniyan ve hate amadekirin koç kiribûn, cihekî ji derve girtî bû ku bi Tirkên Avşar re li ser zeviyan şer kiribû. Altûn şeş salên zarokatiya xwe li gund derbas kir. Ji ber vê yekê jî ji bilî Zazakî zimanekî cuda nebihîstibû. Piştî ku bavê wî ji ber pirsgirêkên debarê koçî Enqereyê kir, malbat di salên 1960'î de li Tûzlûçayirê bi cih bû.

Altûn piştî dibistana seretayî nexwend û di sala 1974'an de heta ku bi şoreşgeran re tevbigere, di karên rojane de xebitî. Di vê demê de Altûn û malbata wî li Tûzlûçayirê ji ber 'cudahiya etnîkî û baweriya xwe' li cihêkariyê rast hat û li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di salên 1970'î de bandora tevgerên şoreşger ên li taxê bû sedem ku Altûn hîn di ciwantiyê de kevneşopiya şoreşgerî nas bike û xwe nêzî wê bike. Bandora şoreşgerên pêşeng Îbrahîm Kaypakkaya û Huseyîn Înan a li taxê, darbeya 12'ê Adarê, darvekirina Denîzan, qetilkirina Mahîr Çayan; van hemûyan bandor li Tûzlûçayirê kir, ku bû sedema pêla destpêkê ya civakî. Ji roja ji dayik bû û pê ve ji aliyekî cihêkariya ji ber cudahiya nasnameya xwe, li aliyê din jî nakokiya di parastinê de, dawiya dawî ew gihand civakîbûnekê ku ji xwe dît. Ji ber vê yekê Altûn û tevahiya malbata wî bi tevgerên şoreşger re bûn yek û hewl da bibe parçeyek ji vê civakîbûnê.


NASKIRINA KEMAL PÎR

Di salên destpêkê yên çalakiyên xwe yên şoreşgerî de bi rêya komeleyeke li taxê xwe nêzî THKO’yê hîs kir. Di sala 1974'an de bi kesayetên wekî Alî Dogan Yildirim, Alî Riza Yildirim, Hasan Şerîk û Dogan Kiliçkaya re tevgera wî destpê kir. Li vir Kemal Pîr ku berî dide lêgerîna wî ya şoreşgerî, nas dike. Di her gavekê de bi Kemal Pîr re hevaltî kir. Her dem diçû mala ku Kemal Pîr girtibû. Li vir Hakî Karer nas dike. Ruhê tevgerekê ku heta niha navê nîne di van her du şoreşgerên enternasyonalîst de dît. Hînbûna rêya rast a jiyanê ji mirovê rast, ji bo avakirina tiştên baş û bedew di jiyanê de bingeha herî xurt bû. Ji bo jiyanê û domkirina hebûnê nasnameya xwe ya serhildêriyê û têkoşeriyê bi çanda şoreşgerî re kir yek. Bi vî rengî cihê xwe di nava Apoyîyên ewil de ku li ser zimanan digeriya girt. Piştre Rêber Apo nas kir û tevlî komê bû. Riza Altûn wiha behsa têkliya xwe ya bi mala li Dîlokê re destpê kir, kir:

"Piştî ku ew çû Anittepeyê, têkiliyên wî êdî têkiliyên wî ne tenê bi Kemal Pîr re bû. Piştre Serok bi xwe hat û çû. Hevalê Cûma, hevalê Abbas gelekî hatin û çûn. Nîqaşên berfireh hatin kirin. Dema ku me Kemal Pîr nas kir, nasnameya xwe ji me re eşkere nekir, ku hingî dema nîqaşeke berfireh a navxvweyî bû. Piştre biryar li ser rêxistinbûyînê hate dayin. Piştre ji têkiliyên şoreşgerî yên giştî wêdetir têkiliyeke bi rêk û pêk destpê kir. Serok ji bo civînan timî dihat. Digot, 'Ciwanên xurt, hevgirtî kom bikin'. Serok wê demê diaxivî, qalê dikir. Û timî civîn lidar dixist. Qala mêtingeriyê dikir. Qala dîroka Kurdistanê, mêtingehkirina Kurdistanê, feraseta sosyalîzmê ya giştî, têkoşîne çekdarî dikir. Civîn timî dihatin lidarxistin. Gelek civînên Serok têne bîra min. Wê demê rêxistiniyeke berfireh, karekî girseyî tine bû. Tax gelekî berfireh bû. Em bi bandor bûn. Eger me bixwasta ji sedî 70 wê bi me re tevbigeriya. Serok nedigot her kesî bîne. Digot, 'Yên herî hevgirtî bînin'."

Altûn ku li taxê bi serhildêriya xwe deng vedabû, piştî ku bi Apoyiyan re bi rengekî çalak tevgeriya, li gel wî hevalên wî jî tevlî nava komê bûn. Bi vî rengî qala wê demê dikir:

"Serok diaxivî. Tiştekî ku em li ber rabin tine bû. Hem danheviyeke me ya bi wî rengî tine bû, hem jî hêza wî ya îqnakirinê gelekî xurt bû. Wê demê nîqaşa li ser sosyal emperyalîzmê hebû. Bandor li me jî kiribû. Me sosyal emperyalîzm diparast. Rojekê dema li mala me civîn lidar xist, min ji Serok re got, 'Her tişt temam. Ev sosyal emperyalîzm wê çi bibe'. Serok keniya û got, 'Ew ne pirsgirêk e. Hûn ê bên me îqna bikin. Em ê jî sosyal emperyalîzmê biparêzin'. Me jî got, 'Wê demê pirsgirêk nema' û em bi temamî ketin nav. Ji wê rojê û pê ve sosyal emperyalîzm careke din neket rojevê."

Wê demê, koma destpêkê ku bi dirûşma 'Kurdistan mêtingeh e' tevdigeriya, nivîsên 'Bimire mêtingerî' dinivîsan, lê çep a Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî vê yekê dida. Riza Altûn jî yek ji wan kesayetan bû ku serkêşî ji têkoşîna li hemberî vê neazîbûnê re dikir. Ya girîng şert, merc, kes û astengî hebû, ya girîng mezinahiya armancê bû. Bi hostatî şert, merc, kes û astengî bi rê û rêbaza xwe sivik kir, daxist asta detayekê û ji ciwantiya xwe ve bi vê hostatiyê tevgeriya.

RÊWÎTIYA DESTPÊKÊ YA BER BI KURDISTANÊ VE

Riza Altûn sala 1977'an bi pêngava vegera li welêt re çû Dîlokê. Li vê derê li gel Hakî Karer, Kemal Pîr, Mûstafa Karasû re tevlî karên şoreşgerî bû. Yek ji nûnerên destpêkê yên kevneşopiya 'Bi derziyê bîr dikola' bû. Ne pirsî bê li ku, çawa û bi kîjan derfetan bê kirin. Yekane hêza wan baweriya wan a destpêkirina vê raperîna li dijî mêtingeriyê bû. Altûn di nava koma pêşeng de bû. Bi vî rengî qala wê demê kiribû:

"Karasû bi giranî li Nîzîpê dixebitî. Karkerên sabûnê bi rêxistin kiribû. Kemal Pîr digeriya. Diçû Riha û hin deverên cuda. hevalê Hakî li wir dima. Ez jî bi hevalê Hakî re li wir mam û bi rêk û pêk tevlî kar bûm."

Dema ku Hakî Karer li Dîrokê hate şehîdxistin, Riza Altûn ji bo karên koma Apoyî li Amedê bû. Piştî şehadeta Hakî Karer careke din derbasî Dîlokê bû. Riza Altûn wê bi vî rengî qala girîngiya vê demê bikira: "Şehadeta hevalê Hakî bû kêliyeke diyarker. Ya yekemîn, fikrê derbasî Kurdistanê hate kirin û rêxistiniya dihate xwestin bê kirin, bi pêşengiya hevalê Hakî derbasî Kurdistanê bû. Di heman demê de li Dersim, Riha, Êlihê pêşketin hebû. Li Amedê bi cih bû. Bi destpêkirina tûra Serok re perspektîfên polîtîk îdeolojîk ên PKK'ê diyar bûn. Gihîşt asteke welê ku veger jê nabe. Gavên karekî welê hate avêtin ku wê heta dawiyê dewam bikira. Me çiqasî dixwest em bikevin welatê xwe, xwe bi rêxistin bikin, bi pêş bikevin, rewşên dijber jî rû didan. Objektîf an jî sûbjektîf. Divê mirov cihêrengiya hêzên dijber bibînin. Hin meylên weke Bozan, Mehmet Ûzûn hebû ku di nava partiyê de timî serê mirovan tevlîhev dikir. Li gel vê yekê di asteke cuda û zemîneke cuda de nêzîkatiya çep a Tirk hebû. Di heman astê de rabûneke dijber a faşîstên sivîl hebû. Pênc Parçeyiyan hevalê Hakî şehîd xistin. Eşkere bû ku têkoşîn wê ne bi hêsanî be. Serok digot, bi vê şehadetê re gihîştine biryarên nû. Bersiva herî baş a ji şehadetê re bê dayin jî pêşvebirina rêxistiniyê bû. Ev jî dibû partîbûyîn. Heta wê demê tundî nehate bikaranîn. Tundî di nava PKK'ê de bi armanca parastinê destpê kir. Piştre pêvajoyeke çalakiyan destpê kir. Di nava PKK'ê de çalakiyên çekdarî piştî wê demê destpê kir. Biryar hate dayin ku tol ji Pênc Parçeyiyan bê hilanîn. Bi Serok re têkiliya min nebû, lê belê bi Kemal Pîr re me biryar dabûn ku hesab ji Pênc Parçeyiyan bipirsin. Ji bo partiyê ewle bikin. Eger me bi vî rengî nekiribûya wê çi bibûya? Ti sedema xwe nebû ku HK, KUK piştgiriyê nedin Pênc Parçeyiyan. Şerê li Dîlokê bi vî rengî destpê kir. Serdemeke şer a bêhempa ya heta salên 1980'î bi vî rengî destpê kir."

CIH TÊ GUHERTIN LÊ ARMANC MAYÎNDE YE

Ew afirînerên ewil yên kevneşopiya Apoyî bûn. Kevneşopiya rêwîtiya li her bihosta Kurdistanê, meşa ber bi başî û bedewiyê ve ye. Cih û war dibe ku biguhere lê armanc her dem mayînde ye. Rawestgeha din cihekî hinekî nêzî kokên wî bû. Vê carê hevrêyê wî yê rê Cemîl Bayik bû. Li Elezîzê tevî Cemîl Bayik xebat meşand. Di Nîsana 1978'an de dema ji Amedê derbasî Elezîzê dibû, di rê de ji ber qezaya otobusê, ling û parsûyên wî dişkin. Demeke dirêj neçar ma tedawî bidîta. Piştî dermankirinê vegeriya Dîlokê û li gel Huseyîn Sariçiçek, Mustafa Yondem, Şahîn Kilavuz, Muzaffer Mogoltaş û Suruçlu Bijî Yusuf xebatên şoreşgerî pêk anîn. Di vê demê de serketinên ku di têkoşîna li dijî Têkoşîn û Rêxistinên Rizgariya Gel de nîşan dan, misoger kir ku tevgera Apoyî li Dîlokê serdest be.

Piştî Dîlokê vê carê Riza Altûn li Rihayê tevlî xebatan bû. Li vir jî tevî Mehmet Karasûngûr di têkoşîna li dijî paşverûtiyê de roleke girîng lîst.

Di heman demê de, wê pêvajoyê li dijî tevgera Apoyî li Elezîzê operasyona girtinê destpêkiribû. Bi xiyaneta Şahîn Donmez re belgeyên ketin destê dewletê ji nişka ve tevgera Apoyî kirin hedefa destpêkê. Kadroyên pêşeng ên mîna Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş li ber van agahiyan dîl hatin girtin. Riza Altûn wê demê alîkarê berpirsyarê rêxistina leşkerî Mehmet Karsûngûr bû. Riza Altûn jî li gel kadroyên pêşeng ên serdemê beşdarî têkoşîna leşkerî ya li Rihayê hat meşandin bû.

Altûn piştre di sala 1979’an de dîl tê ragirtin û di dema Rewşa Awarte de ew dibin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Heta sala 1991'an bi vîna xwe di kêliyên herî krîtîk ên berxwedana zindanan de bû yek ji kesayetên sembol. Di wan şert û mercên barbarî de, ku îro jî li benda rûbirûbûnê ye û ji bo mirovahiyê şermeke mezin e, li ber xwe da. Ne tenê bi laşê xwe di heman demê de bi henekên xwe, lîstikên xwe jî hêz da hevrêyên xwe û li dijî mêtingeriyê li ber xwe da. Cih diguherî lê armanc mayînde bû. Ji ber vê yekê karîbû xwe bi şert û mercan re adapte bike ku karibe jiyana xwe di girtîgehê de derbas bike. Xwe ewqas îqna kiribû ku wê neyê berdan, dema biryara tehliyeya wî hat dayîn, bi xwe jî bawer nekir. Wê rojê wiha pênase dike:

Dadgehek çêbû. Diviya min jî wê rojê têkildarî Partiyê dersek bidiya. Min got: ‘’Dadgeha çi, ez nayên. Ez beşdarî dadgehê nabim. Ez ê dersê bidim hevalan.’’ Lê belê hevalên din çûn. Ez çûm ku dersa xwe bidim.

Me li Qawişa 35’emîn firavîn dixwar, li hemberî min gundiyên welatparêz ên ji Cizîrê hatibûn jî hebûn, hevalên me jî li vir bûn. Min jî got ku wê heval niha ji dadgehê werin û ya ku min ji wan re kirî ew ê jî ji min re bikin û wê bibijin ku Riza tu tehliye bûyî. Cil û bergên xwe amade bike tu derdikevî. Min ev yek anîn ziman û nîv saet derbas bûn. Hevalê Yilmaz Ûzûn û hevalekî din bi lez ketin hundir û gotin: ‘’Tu tehliye bûyî.’’ Em hemû bi hev re keniyan. Min jî got: ‘’Lê binêrin ez van çawa baş nas dikim. Ma min ji we re negot wê werin û ji min re bibêjin ku tu tehliye bûyî.’’ Gotin; ‘’Na bi rastî jî tu tehliye bûyî.’’ Min jî got: ‘’Dev ji henekan berdin. Karê me heye.’’

Wê demê ev yek li wir kevneşopiyek bû. Kesên ku tehliye dibû, axaftinek dikir; têkildarî ku wê biçe nava Partiyê, têbikoşe û dev ji Partiyê bernade sozek dida û sond dixwar. Piştre her kesîli çepikan dixist û xatir ji hev dixwestin. Niha divê ez bigerim. Qawîşa 36’emîn heye, ew israr dikin, ez dibêjin ‘’na nabe’’ lê belê min lê nêrî ew zêde israr dikin. Ez dibêjin; ‘’Na ne pêkan e ku ez derkevim.’’ Ez ne li benda tişteke wiha bûm û min ji wan re got ku herin û gazî gardiyanê sereke bikin -girtîgeh di destê me de ye-  Gardiyan hat û min jê re got: ‘’Heval tişteke wiha dibêjin, ev çi ye, qala çi dikin?’’ Got: ‘’Rast e, belgeyên te yên tehliyeyê hatin û wê heya çendeke din gazî te bikin. Rêveberiyê jî dest bi kar û barên te yên tehliyeyê kir.’’

Ez hê jî bawer nakim. Ez dibêjim qey hevalan gardiyan jî eyar kirine ku wisa bibêje. Çimkî min gelekî henekên wiha li hevalan kirine. Ji ber ku min gelek kirine, niha tê serê min. Min xwe bi xwe digot ku ger ev henek be ez nikarim ji bin vî karî derkevim û ez ê rezîl bibim. Lê belê li aliyekî jî ihtimala ku rast be hebû. Ez çûm û min got: ‘’Lê binêre heval, ev êdî ne henek e.’’ Sond xwarin. Ez bi tirsekê çûm li qawîşan geriyam, kes bawer nake. Lê belê lê dinêrim ku gelek heval digirîn.  Ez derkevim, ez berpirsiyar im û navekî min jî heye. Hin digirîn, hin kêfxweş dibin. Rewşeke wisa ecêb rû da. Welhasil ez li wan daîreyan geriyam. Têkildarî ku ez ê derbasî nava Partiyê bibim, min soz da. Ez çûm hemû qawîşan geriyam û soz da. Dema ez çûm Qawîşa  35’emîn, li wir heval Fazil hebû, ez çûm û ketin nava daîreyê, ez axivîm û min lê nêrî ku gelek heval digîrin. Dema ku min dît heval digirîn, min bawer kir ku bi rastî jî ez tehliye bûme û ez li wir axivîm. Piştre gardiyan hat û got ku gazî te dikin. Ez çûm daîreyê û ji min re gotin ku tu tehliye bûyî. Hat û em ber bi derîyî ve çûn û ez ji derî derketim. Min bi tu awayî bêriya jiyana derve nekiribû. Min li girtîgehê ev yek ji xwe re weke prensîb esas girtibû. Yanî min hemû jiyana xwe li ser girtîgehê ava kiribû. A rastî girtîgeh cîhana min bû. Psîkolojiya min û bûyerên qewimîn ev yek hewce dikirin. Beriya ku leşker werin min bibin navenda leşkeriyê,  sond dixwim ku min xwest ber bi hundir ve baz bidim. Rewşeke ecêb bû. Ez wisa matmayî mam. Di wê kêliyê de ez gelekî hestiyar bûmû min xwest ez dubare bikevin hundir.

DUBARE HEVDÎTINA BI RÊBERTÎ RE

Girêdayî soza ku dayî xwe û hevrêyên xwe yên li zindanê  tev geriya. Cihê têkoşînê careke din guherî. Piştî ku Riza Altûn di sala 1992’yan de azad dibe, li gel Mûstafa Karasû derbasî qada Rêbertî dibin. Kesên ku beşdarî vê meşa Apoyiyan a Tûzlûçayirê bûne; civakîbûna li dora wê mezintir bûbû.

Altûn wiha qala wan serdeman dike: ‘’Ez çûn li ba Rêbertî-Rêbertî li Helebê bû- em di bînayeke  sê çar qatî de dimînin. Dema em çûn, hate pêşiya me û em li ber derî pêşwazî kirin. Ji  hatina me gelekî kêfxweş bûbû. Keniya û got: ‘’Derbasbûna we ya ji sînor jî gelekî girîng e ji bo min.’’ Helbet ez zêde nefikirîm. Rêbertî wateyeke cuda li awayê hatina me jî bar kiribû. Piştî ku em çend rojan li Helebê man, derbasî Şamê bûn. Rêbertî min û  heval Mûstafa Karasû li mala xwe mêvan kir. Karasû piştre derbasî Ewropayê bû, lê belê ez demeke dirêj li wir mam. Heya derbasî Îranê bibim,ez li wir mam. Li wir beşdarî gelek xebatan bûm. Hem ez li mala xwe mêvan kirim û hem jî rasterast beşdarî xebatan bûm. Bi taybetî jî beşdarî xebatên dîplomasiyê kir.

Wê demê min li wir gelekî xwend. Yanî di çarçoveya avaniya nû ya rêxistinê de min gelekî xwend. Ew çîrokeke gelek dirêj e. Wê demê ez li hemberî vê nêzikatiya Rêbertî matmayî mam. Rêbertî ez jî dibirim hemû hevdîtinên dîplomatîk. Ez jî dibirim hemû hevdîtinên dîplomatîk ên a niha li Şamê û yên li deverên din. Ez jî tevlî hemû hevdîtinên li gel PDK-YNK’ê bûm. Bûm şahidê hemû agirbest û civînên çapemeniyê. Ez beşdarî hemûyan bûm û gelek caran jî li ser navê Rêbertî tevlî xebatên bi vî rengî dibûm. Wê demê jî piştî dema ku em ji Partiyê veqetiyabûn gelek pirtûkên analîzan û hewd. Derketibûn.  Tecrûbeyên mezin hebûn. Di wê pêvajoyê de min ev hemû xwendin. Her wiha Rêbertî jî rojê du sê saetan li gel min diaxivî. Ji bo amadehiyê ew ji min re bû serdemeke gelekî baş.

ŞERTÊ SEREKE YÊ AZADIYÊ ÇIYA NE

Riza Altûn piştre bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn beşdarî xebatên dîplomasiyê bû û berpirsiyariya qadên gerîlayan jî girt ser xwe.  Altûn heya sala 2001’an li gelek deverên Kurdistanê xebatên xwe dane meşandin û bi taybetî jî di 6’emîn Kongreya PKK’ê ya serdema Komploya Navneteweyî hatî lidarxistin de roleke girîng lîst.

Riza Altûn di roportajeke xwe de têkildarî jiyana li çiyayan van tîne ziman:

‘’Erê qadeke wisa ye ku em dikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Ji ber vê taybetmendiya xwe divê biçûk neyê dîtin. Bo nimûne mirov di nava civatekê de şoreşgertiyê dike lê belê bi awayekî azad nake. Lê belê çiya vê derfetê dide mirovan. Yanî qadeke gelekî azad e. Weke din jî serketirîn qada têkoşîna me ye.  Yanî hem ji bo jiyînê hem  ji bo parastina azadiyê hewce ye û hem jî ji bo berdewamkirina têkoşîna azadiyê çiya şertê sereke yê têkoşîna azadiyê ne. Û ev ne demeke kurt e jî, ev 30-35 sal in çiya qadên sereke yên azadiyê ne, wateyên cudatir li mirovî bar dike û li gel mirovan dibe şêweyekî jiyanê yê sereke. Helbet ne hewce ye em bandorên wê yên cuda dûr û dirêj bînin ziman. Girêdayî van gotinên min, çiya ji bo me gelekî girîng in û qadeke jiyanê ya sereke ye.

Sala 2001'ê derbasî qada Ewropayê bû. Dema ku li Ewropayê kar kir, bû mêvanê mala Kurdan. Li her cihê ku çû bi jîrbûyîn û uslûba xwe ya bi bandor, kir ku têkiliyeke xurt a gel û Apoyiyan bê danîn. Li navenda kapîtalîzmê, kir ku her ciwan,her jin têkiliyê bi van nirxand re dîne. Bi mirovên ji her beşên civakê re têkilî danî. Bi tecrûbeyên xwe yên ji qadên cuda yên têkoşînê wergirtî, bi danheviya xwe ya fikrî ya bêhempa, bi hostatiya xwe ya li ser nirxandina sosyolojiya civakê û bi rêbazê xwe yên îqnakirinê bû şoreşgerekî heqîqetê yê balkêş û pak.

Altûn sala 2007'an careke din li qada Kurdistanê vegeriya. Li qada gerîla jî tevlî nava karên dîplomasî û perwerdeyê bû. Riza Altûn 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû.

Cih tê guhertin, lê armanc mayinde ye. Jiyana koçberiyê ya Riza Altûn ku bi koçberiya ji neçarî destpê kir û piştre veguherî tercîheke bi zanebûn, rawestgeha xwe ya dawî çiyayên Kurdistanê bû ku jê re jiyana herî bi wate digot. Li her devera ku jê derbas bû, li her cihî, bi her kesî re weke armanca xwe ye; di dil û mejî de, di gotin û çalakiyê de şênber e. Mayinde ye."

09:07

Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

Ew siyasetmedarek bû, gerîlayek bû, rewşenbîrek bû, helbestvanek bû... Lê her tim şervanekî heqîqetê bû.

Jiyan bi şûn û şopan tijî ye
Dem carna bi bêdengî jî tê jiyîn
Li pey wateyê bi têr û tijî tê jiyîn
Yên ku dema xwe bi wateyê dagirtin
Çîrokan ji şopdarên xwe re dihêlin
Yên ku temenekî didin pey heqîqetê
Derwêş in ku bang li demê dikin
Yên ku ji wan dimînin
Weke navê wan li demê dineqişin
Dîroka nîv sedsalê dawî yê Kurdan dîroka ji çîrokên li demê, xakê, wijdan û mejiyan neqişandî ye
Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyê tijî ye
Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ne
Alî Haydar Kaytan ê sereke yê van çîrokan bû ku wate tevlî jiyanê kir
Damezrîner, lîder û kedkarê temenekî fedakar
Derwêşekî hezar salî ku da pey heqîqetê
Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmendiyan rahişt çekê
Gerîlayekî ji bo jiyana azad berê xwe da çiyê
Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê dît û radestî gelê xwe kir...

QIRKIRIN, ÎSKAN A MECBÛRÎ Û XIZANÎ

Alî Haydar Kaytan sala 1951'ê şeva sersalê li gundê Xozu yê Dersimê ji dayik bû. Malbata wî ji gundê Hengirvanê bû. Malbata wî ku piştî Qirkirina Dersimê kete ber îskana mecbûrî, piştre li gundê Hengirvanê vegeriya.

Ji eşîra Haydaran e. Wê eşîrê di dema komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kir, rahişt çekê, li ber xwe da û sirgûn bû.

Demeke zarokatiyê ya bi xizmanî û zehmetiyan derbas bû.

Piştre di sala 1971'ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir.

Ew bi xwe vê serdemê weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase dike:

"Li Tirkiyeya salên 1970'î tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî jê bi bandor dibûn. Bi taybetî navê Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bû. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Piştî çalakiyeke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê mabû. Piştî ku ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got, dixwaze bi min re biaxive. Axaftineke ji 2-3 saetan bû, kir ku rastiya Kurd û Kurdistanê bibînim."

CIVÎNA LI BENDAVA ÇÛBÛKÊ

Ev bûyer gavên destpêkê yên Alî Haydar Kaytan ên rêwîtiya heqîqetê bû. Piştre jî Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.

"Dawiya Adara 1973'an yan jî destpêka Nîsanê bû. Li nêzî bendava Çûbûkê em bi çend hevalan re li hev kom bûn. Rêbertî fikrê xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî eşkere ji em re got, em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me hemûyan. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin."

Piştî vê civînê hejmara endamên koma Apoyî her roj hîn zêde bû. Di Nîsana 1977'an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlik, Dep û Xarpêtê kar kir. Hin caran diçû Dîlokê û tevlî karê Hakî Karer bû. Hakî Karer piştî ku di 18'ê Gulana 1977'an de hate qetilkirin, koma Apoyî derbasî qonaxa biryardanê bû.

"Şehadeta heval Hakî bandoreke kûr li me hemûyan kir. Rêbertî notek ji min re şand. Xwest ez ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsim. Nivîsa kum in amade kirî, li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêbert Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bê bersiv nemine. Lê bele têkildarî rêbazê ji me cuda difikirî. Ji bo bersiva ji şehadete re, ji me hemûyan zêdetir di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê di encama vê lêgerînê de derket holê."

TEVLÎ KONGREYA DAMEZRÎNER A PKK'Ê BÛ

Di amadekariyên pratîkkirina biryara partîbûnê de Alî Haydar Kaytan jî hebû.

Koma bi pêşengiya Rêber Apo ku ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan pêk dihat, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya komîteyê li Xarpêtê pêk hat. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.

Di 27'ê Mijdara 1978'an de kongreya damezrandinê ya PKK'ê pêk hat. Alî Haydar Kaytan tevlî koma damezrîner a PKK'ê bû ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist.

Bûyerên ku heta vê demê qewimîn û yên di nava 45 salên piştî wê de biqewiyan, meşeke azadiya civakê bû ku bênavber dewam kir.

Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ê vê meşê bû.

Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî meşiya.

Temenekî ji lêgerîna watedarkirina her kêliyê,

Pêşengek bû ku xwe bi dilsoziyê xemilandibû

Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek bû.

Lê timî şervanekî heqîqetê bû...

08:00

Encama danezanê ya PKK'ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK'ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

Dîwana Kongreya PKK'ê ya 12'emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

Danezana kongreyê bi vî rengî ye:

"Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’an destpê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12’emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.


Kongreya me li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDK’ê ya di şertên dijwar de dewam dikir bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKK’ê ya 12’emîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Înşaya Civaka Demokratîk ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.

PKK'Ê SIYASETA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ PARÇE KIR, PIRSGIRÊKA KURD ANÎ BER ÇARESERIYÊ Û MÎSYONA XWE YA DÎROKÎ TEMAM KIR

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.


Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dika dîrokê. Di wexta avabûnê de bandora sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand. PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978’an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyeyê bê dîtin. Li ser vê bingehê di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana bi rûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.

Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejînê di şert û mercên salên 1990’î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokkomarê Komara Tirkiyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin pêş ket. Rêber APO bi agirbesta 17’ê Adara 1993’yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin. Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wê ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di êşkenceyan re derbas bûn û avêtin zindanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Beranberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du aliyan ve şer bû hilbijêrka sereke. Dubareya ku şer beranberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam man.

Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin. Rexmî ku di pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe dewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir. Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê pêş xist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîf şênber kir. 

Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîfa Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike. Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêk hatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de pêşketinên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin jî jinûve vesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike.

GELÊ ME WÊ BI AWAYÊ HÎN SERWEXTKIRÎ Û RÊXISTINKIRÎ XWEDÎ LI PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DERKEVE

Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKK’ê û Rêbertiyê kirine, ew ê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin. Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingeha înşaya civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk xwedî derkevin. Gelê me ew ê bi pêşengiya jin û ciwanan, li her qadan rêxistinbûna xwe ava bike, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêha têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrîşan ew ê bikaribin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd bi pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. 

Mîrateya dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKK’ê ya 12’emîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt bi pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingeha azadî û wekheviyê bi pêş bikeve. Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar bi pêş bixînin.  

Biryara kongreya me ya fesixkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemîneke xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne, pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem ferz dike. Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya muxalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.

Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyeyê, pêkhateyên şoreşgerî, rêxistin û şexsiyet bi xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan ew ê asteke nû bi dest bixîne. Ev, ew ê bê wateya bi ser xistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bi pêşxistina tevgera demokrasiya global re ew ê dinyayek wekhev û adîl ava bibe. Li ser vê bingehê em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.

Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sed sal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin.

ŞEHADETA FÛAT-ALÎ HAYDAR KAYTAN Û RIZA ALTÛN HATE RAGIHANDIN

Kongreya PKK’ê ya 12’emîn ku bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û RIZA ALTÛN ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne îlan kir. Li ser vê bingehê yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê hevrê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber APO hevrê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin dikin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirin. Di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin. 

Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne; Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serketinê!
Israra Di Mirovahiyê De Israra Di Sosyalîzmê De Ye!
Bijî Serok Apo!

12 Gulan 2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn"