BI DÎMEN

Li Atînayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Navenda Çanda Kurd a Atînayê jî Şehîdên Meha Gulanê merasîma bîranînê lidar xist.

ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ

Li paytexta Yewnanistan Atînayê Navenda Çanda Kurd û Platforma Çalakiyê ya Atînayê Şehîdên Meha Gulanê bî merasîmeke hevpar bi bîr anîn. Li salona ku merasîm lê hatî kirin, wêneyên pêşengên Tevgera Azadiya Kurd hatin danîn û li dora wan find hatin vêxistin.

Sînevîzyona ku ji bo Şehîdên Gulanê hatî amadekirin, hate temaşekirin.

Piştre axaftineke kurt hate kirin. Hate diyarkirin ku şehîd hinceta têkoşînê ne û soz hate dayîn ku li pey şopa wan têkoşîn were domandin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.