Serderdevan êşkence li zaroka 10 salî kir
Li Hezexê sercerdevan Adîl Oktan êşkence li zaroka 10 salî kir.
Li Hezexê sercerdevan Adîl Oktan êşkence li zaroka 10 salî kir.
Sercerdevanê bi navê Adîl Oktan li gundê Zewik ê navçeya Hezex a Şirnexê êrîşî zaroka 10 salî E.T. û birayê wê yê 2 salî kir. Di êrîşê de diranên zarok E.T. şikestin, pişt û rûyê wê werimîn û reş û şîn bûn. Malbata E. T. piştî bûyerê li qereqolê giliyê sercerdevan kir û cendirmeyan têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.
Dayika zarokan Esma T. têkildarî bûyerê ev tişt ragihand:
“Keça min a 10 salî û kurê min ê 2 salî ji bo biçin dikanê ji malê derketin. Li ber dikanê rastî kurê sercerdevan tên û kurê sercerdevan şimaqekî li kurê min dide. Keça min jî jê re dibêje; ‘Tu çima li birayê min dixî?’ Piştre sercerdevan tê cihê bûyerê û li keça min dixe. Kurê min baz da malê, dikir hawar û ji min re got; ‘Dayê xwişka min kuştin.’ Ez jî bi hawara keça xwe çûm. Min bi zorê keça xwe ji destê wî xelas kir. Diranên wê şikandin û pişta wê, serê wê û rûyê wê werimin û reş û şîn bûn. Hewl da li min jî bixe. Lê min jê re got; ‘Ez ê biçim qereqolê û giliyê we bikim.’ Li ser vê yekê xwe paşve da.”
Dayik Esma T. da zanîn ku keyayê gund ku pismamê sercerdevan e kete navberê û wan jî giliyê xwe paşve kişandiye. Esma T., diyar kir ku wan û sercerdevan li qereqolê îfade dane û qereqolê jê re gotiye ku dê lêpirsîn bidome. Esma T., destnîşan kir ku rewşa keça wê niha baş e.