Sarisaç: Em parazvanê vê doza rûmetdar in

Li Amedê 150 kes dest bi çalakiya nobetê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Murat Sarisaç got bi tecrîdê dixwazin qirkirinê temam bikin û domand, ''Çawa dibe bila bibe em ê serê xwe li ber zextan netewînin û em parêzvanê vê doza mafdar û birûmet in''.

Komek ji 150 kesan pêk tê ji bo desteka li greva birçîbûnê li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya nobetê kirin. 

Parlementerên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulxalik Kurt û Yusuf Ateş ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Ji van 7 endamên 4 jê hatin girtin û 3 kes jî hêj di binçavan de ne. Parlamenter li avahiya rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya xwe didomînin. Komek di nav de rêveberên HDP, DBP, ESP, nûnerên saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên DBP’î yên ji wezîfeyê hatin girtin û xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji 150 kesan pêk tê ji bo desteka çalakiyê dest bi çalakiya nobetê kirin. 
 
150 KES DEST BI NOBETÊ KIRIN 
 
150 kesan li avahiha HDP’a Amedê dest bi nobetê kirin. Beriya çalakiya nobetê wekîlên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Musa Farisogullari jî destek dan daxuyaniyê
 
‘KURD ZÊDE BÛN, REJÎMÊN FAŞÎST TÊKÇÛN’ 
 
Daxuyanî ji bo salvegera komkujiya Helepçeyê bi rêzgirtinê hat destpêkirin. 

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ê di greva birçîbûnê de ye bal axivî û bal kişand ser Komkujiya Helepçeyê û got: “Gelê Kurd 31 sal berê li Helepçeyê ji aliyê rejîma faşîst a Baasê ve hat qirkirin. Bi hezaran kes hatin şehîtkirin. Lê yên ku ji ser rûyê erdê hatin paqijkirin û çûn ne gelê Kurd bû, rejîmên faşîst bûn.” 
 
‘DIXWAZIN BI TECRÎDÊ RÛMETÊ BIŞKÊNIN’ 
 
Sarisaç anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin kesên beşdarî greve bûn gihîştiye bi hezaran kes û wiha got: “Dixwazin bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan gelê Kurd tecrîd û qir bikin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê vê yekê ji nedîtî ve tê. Gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê dikin qurbanê prisgirêka ‘beka’ya xwe. Wê tu demê polîtîkaya qirkirinê negihîje armanca xwe. Ji bo demildest dest ji vê şaşîtiyê berdin me dest bi greva birçîbûnê kiriye.” 
 
‘EM Ê HETA DAWIYÊ XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA XWE DERKEVIN’ 
 
Sarisaç da zanîn ku dixwazin çalakiyên greva birçîbûnê bi tepisînin û got: “Hikumet çi dike bila bike ev tecrîd ji aliyê gelê me ve nayê qebûlkirin. Ji bo şikandina rûmeta neteweyekî tecrîdê kûr dikin. Dixwazin nirxên gelê Kurd tune bikin û civaka me biqedînin. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna xwe derkevin.” 
 
‘BI SERDEGIRTINÊ HIQÛQÊ BINPÊ DIKIN’ 
 
Sarisaç ji bo ku polîsan bi ser avahiya HDP’ê girtin helwest nîşan da û got bi serdegirtina sedan polîsan hiqûq hatiye binpêkirin û xwest hevalên wan hatine binçavkirin û girtin demildest bên berdan. 
 
‘EM Ê DESTÛR NEDIN CENAZE JI ZÎNDANAN DERKEVIN’ 
 
Sarisaç diyar kir ku ew ê çalakiya xwe berdewam bikin û got: “Em ê nehêlin cenaze ji zîndanan derkevin. Gelê me yê hêja ji bo destekê bide girtiyan û çalakiya greva birçîbûnê wê du roj li dijî êrîşên faşîst du rojan nobetê bigire.” 
 
Sarisaç di dawiya axaftina xwe de çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kir û heta daxwazên wan bên cih dê ji daxwaza xwe venegirin