Salek û 8 meh ceza li wekîla HDP'î Surucu hate birîn

Dadgeriya Tirk salek û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu birî.

Rûniştina darizandina Surcu ku bi "rabûna li ber qanûna meş û xwepêşandanê" dihate sûcdarkirin, li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat.

Surucu ji ber ku tevlî merasîma vekirina Navenda Jinê ya Sara ya Şaredariya Xelfetiyê bû dihate darizandin. Surucu tevlî rûniştina dozê nebû. Parlamenterên Surucu di rûniştinê de diyar kirin ku muwekîla wan parlamenter e, lewma xwestin ku darizandin bê rawestandin.

Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt, cezayê girtîgehê yê salek 8 meh û 15 roj li Surucu birî. Dadgehê ceza taloq nekir û rêya îstînafê vekirî hişt.

Parêzerên Surucu ragihandin ku wê dosyayê bibin ber destê dadgeha îstînafê.