Rojnameya Xwebûnê bi boneya Roja Zimanê Dayikê wê şahiyekê li dar bixe

Rojnameya Xwebûnê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wê şahiyekê li dar bixe. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bang li hemû kesan kir ku zextên li ser rojnameya Kurdî pûç bikin.

Rojnameya Xwebûnê, di 22’yê Kanûna 2019’yan de li Amedê dest bi weşanê kir. Xwebûn, tekane rojname ye ku li bakurê Kurdistanê bi Kurdî weşanê dike. Her wiha weke heftane tê weşandin. Rojnameya Xwebûnê, wê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştevaniyê şahiyekê li dar bixe. Hunermendên Kurd Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Xelîl Xemgîn jî di nav de gelek hunermend û nivîskar wê bi rêya vîdeoyê tevlî şahiyê bibin. Amadekariyên konsera ku wê hunermend Kadîr Çat û Koma Sorjiyan derkevin ser dikê bi dawî bûn. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen têkildarî şahiyê ji ajansa MA’yê re axivî.

Esen, diyar kir ku ew xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Amedê dimeşînin û got “Rojnameya Xwebûnê tekane rojnameya ku bi zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bi rêk û pêk weşanê dike. Piştî ku sê sal qediyan em dixwazin di sala çaran de bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanê bi şahiyekê bi gelê xwe re bên gel hev. Me plansaziya vê yekê kiriye. Em ê konsera xwe di 21’ê sibatê de li dar bixin. 21’ê sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye lê li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî qedexe ye. Destûr nayê dayîn ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em jî ji bo ku zimanê Kurdî winda nebe bi zimanê xwe ragihandinê ji gelê xwe re dikin û Rojnameya Xwebûnê derdixînin.”

Esen diyar kir ew bang li hemû sazî û dezgeh, partiyên siyasî, komele, hunermendên Kurdan dikin ku bila vê şevê piştgiriyê bidin wan û bi hev re şeveke bi coş derbas bikin û got “Di heman demê de em li rojnameya xwe xwedî derkevin û zext û pêkutiyên li ser rojnameya Kurdî bi şevên wiha pûç bikin.”