ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Dermanfiroş Saît Yavûz got, eger krîza aboriyê dewam bike û qîmetê Lîreyê Tirk bi vî rengî kêm bibe, wê derman bikeve bazara reş û kes nikaribe pêşî li hilberîna dermanê sexte bigire.
- Birca Belek ku piştî şerê 1847'an ê navbera Împaratoriya Osmanî û Mîrîtiya Botanê hate desteserkirin, 171 sal in li Kurdan hatiye girtin.
- Hikumeta Merkel ji biryara rakirina qedexeya derketina derve ya li ser rojnamevan Meşale Tolû ya welatiya Elman kêfxweş e. Lê hîn jî herî kêm 7 welatiyên Elman ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatiye girtin. Balkêş e ku Berlîn ji bo van girtiyan tiştekî nake.
- Tê îdîakirin, Şaristaniya Maya ku şaristaniya bingehîn a parzemîna Amerîkayê ye, ji ber felaketeke girîng a avhewayê ji holê rabûye.