Rêya bi sedan gundên herêma Serhedê ji ber berfê hatiye girtin

Li herêma Serhedê 2 roj in berfeke zêde dibare. Ji ber berfê li Wanê rêya 254 gundan, li Colemêrgê rêya 365 gundan, li Agiriyê rêya 86 gundan, li Mûşê rêya 98 gundan û li Erdexanê rêya gelek gundan hate girtin.

Ji ber berfa zêde ya li Wan û navçeyên wê bariyayî, rêyên 254 jîngehan hatin girtin. Ji ber barîna berfê û bagerê, li Miksê rêyên 72 jîngehan, li Elbakê yên 37’an, li Şaxê yên 90’an, li Erdîşê yên 8’an, li Westanê yên 12’an, li Payîzavayê yên 35’an û bi giştî rêyên 254 jîngehan hatin girtin. Ji bo vekirina rêyan xebat hatin destpêkirin.

Li Colemêrg û navçeyên wê jî berfeke zêde bariya û ji ber berfê rêyên 365 jîngehan hatin girtin. Li bajêr hêj niha jî berf dibare û rêyên deverên çoltarê hatine girtin.

Li Agiriyê jî ji ber berfê û bagerê rêyên 86 gundan hatine girtin. Li Qersê jî berfeke zêde bariya û ji ber berfê li navçeya Zerûşadê 3, li Dîgorê 10, li Qamuşanê 4 û li navçeya Sêlimê 21 û bi giştî rêyên 38 gundan hatin girtin. Yek ji bajarên ku bi roja ye berf lê dibare jî Bedlîs e. Li bajar ji ber berfê rêyên 82 gundan hatin girtin.

Berfê li Mûşê bandoreke mezin li ser xelkê kir. Ji ber barîna berfê rêyên 212 gundan hatin girtin û heta niha rêyên 98 gundan hatine vekirin. Li Erziromê jî rêyên gelek gund û taxan hatin girtin.

Ev du roj in li Erdexanê jî berf dibare. Ji ber berfê, rêyên gelek jîngehan hatin girtin û li navenda bajêr zêdetirî 30 santîmên berfê bariyaye.