'Rewşa berxwedêran krîtîk e'

Sê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li avahiya HDP’ê ya Amedê hatin destgîrkirin. Bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiyê hatî dayîn, bûyer hat şermezarkirin.

Di derbarê sê berxwedêrên ku li avahiya HDP’ê ya Amedê hatî destgîrkirin, bi tevlîbûna bi sedan kesan daxuyaniya çapmeniyê hat dayîn û destgîrkirin hat şermezarkirin. Parlamenterên HDP’ê, endamên TJA’yê, namzedên hevşaredariyê yên HDP’ê, rêveberên bajêr û naçeyan ên HDP û DBP’ê û bi sedan xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan avahiya HDP’ê dorpêç kir.

‘EM JI DENGÊ XWE LI YÊ BERXWEDÊRAN ZÊDE BIKIN’

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari, daxuyanî xwend û diyar kir ku dema tê re derbas dibin demeke dîrokî ye. Farisogullari got, “Leyla Geven 128 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li girtîgehan, li Başûr, Ewropa li gelek deverên cîhanê berxwedanên greva birçîbûnê didomin. Li ser berxwedêran zext tê kirin. Lê belê li hemberî van zextan berxwedan heye, wê li hemberî zext û zorê têkoşîna me bidome. Berxwedêran asta krîtîk ji zû de derbas kiriye, lewre divê gelê me dengê xwe bilind bike, bêdeng nemînin.”

Farisogullari bal kişand ser êrîşa polîsên Tirk jî wiha pêde çû, “Polîsên Tirk ên berdevkiya faşîzma AKP-MHP’ê dikin, avêtin ser avahiya partiya me. Duh jî avêtibûn ser û sê kes destgîr kiribûn. Lê belê berxwedêr bi destgîrkirî jî greva xwe didomînin. Wê faşîzm nekare pêşî li berxwedana me bigire. Em ê bi gelê xwe re mil bi mil xwedî li berxwedêrên greva birçîbûnê derkevin. Bila her kes bizane ku şahadeta berxwedêran nayê pejirandin. Lewre divê her kes li dora berxwedêr û çalakiya wan bibe xelek û xwedî lê derkeve.”

Piştre parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî axivî û got, “Ji 1’ê Adarê pêde li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê bi hezaran kes ketiye greva birçîbûnê. Ev berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kirî bi hezaran hevrêyên me didome. Çalakiya van hevrêyên me ji zû de asta krîtîk derbas kiriye. Divê her kes bizane ku êdî rewşa berxwedêran ketiye asteke metirsiyê û êdî xulekek tenê jî girîng e. Lewre divê her kes bikeve nav tevgerê û em dengê xwe li dengê berxwedêran zêde bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Zarokên em rûmeta me ne” bi dawî bû.