Rêwiyên Tebrîzê di trenê de asê man
Trena Van Golu Ekspres ku sefera Wan-Tebrîz (Îran) dikir, ji ber pirsgirêka sotemeniyê sekinî. Bi sedan rêwî di trenê de asê man.
Trena Van Golu Ekspres ku sefera Wan-Tebrîz (Îran) dikir, ji ber pirsgirêka sotemeniyê sekinî. Bi sedan rêwî di trenê de asê man.
Krîza li Tirkiyeyê bandorê li ser tevahiya jiyanê dike.
Trena Rêyên Hesinî yên Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) ku sefera Wan-Îranê dikir, ji ber nebûna sotemeniyê ji neçarî sekinî.
Bi sedan rêwî di trenê de asê man.
Piştre sotemenî lê hate bicihkirin, lê tren di navbera Xarpêt-Meletiyê de careke din sekinî û careke din sotemenî hate dayin.