Rêwîtiya koma Etrûşê ya ber bi qada Rêbertî ve

Ramazan Bozan dema ku li kampa Etrûşê bû sala 1995'an tevî komekê çû qada Rêbertî. Piştî ku 6 mehan li wir ma vegeriya Etrûşê. Bozan qala rê û rêbazên Ocalan ên ji bo qezençkirina mirovan kir.

Gelê Botanê ku di salên 1990'î de li dijî faşîzma dewleta Tirk têkoşiya û teslîmiyet qebûl nekir, gundên wan salên 1993-1994'an hatin şewitandin û ji Bakurê Kurdistanê hatin derxistin. Malbatên ku cerdevanî qebûl nekirin, ji kampa Etrûşê heta kampên Nînova û Mexmûrê gelek zor û zehmetî kişandin, lê qet dest ji berxwedana xwe bernedan û heta dawiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dilsoz man. Em jî di rêwîtiya xwe de dibin mêvanê Ramazan Bozan ê li kampa Mexmûrê û ji me re qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re dike.

"Sala 1995'an em li Etrûşê bûn. Hevalên rêveber rojekê bang li me kirin û gotin ku wê komek biçe qada Rêbertî. Dema ku gotin ew dixwazin ku ez jî biçim, destpêkê ez li ber rabûm ji ber ku gelek heval û dostên din hebûn ku ji min bêhtir mafê wan bû. Lê belê hevalan xwestin ku ez biçim û bi kelecaneke mezin tevî komek ji hevalan em bi rê ketin. Piştî meşeke dirêj em gihîştin qadê. Hevalan em pêşwazî kirin û dûre em li dora sifreya xwarina nîvro rûniştin. Wê cara destpêkê bûya ku me yê bi Rêbertî re xwarin bixwara. Beriya me dest bi xwarinê kir Rêbertî yek bi yek li navê hevalan pirsî, xwest hîn bibe bê em ji ku hatine. Piştre me xwarin xwar. Rêbertî welê xwezayî û rehet bû ku kelecana me hemûyan hêdî hêdî ji holê rabû."

'NÊZÎKATIYA RÊBERTÎ YA LI PIRSGIRÊKAN'

"Dema ku pirsgirêkek an jî kesekî xwedî pirsgirêk dinirxand, ji her alî ve analîz dikir. Wî şexsî jî baş fêhm dikir bê pirsgirêk çiye û sedema wê çiye. Piştre jî bi nêzîkatiyeke çêker ew mirov ber bi çareseriyê ve dibir. Dema ku der barê şexsan de biryar dida, Rêbertî nêrîna hevalên li qadê hemûyan digirt. Rêbertî wê wextê pratîka Zekî û alîgirên wî yên li herêma Zê dinirxand. Wê demê ciwanekî 16 salî yê ji Ewropayê hat rakir ser piyan û jê pirsî, 'Bi dîtina te em çi bi van mirovên ku zerar dane tevgerê bikin?' Ciwan jî ji Rêbertî re got, 'bi dîtina min divê şenseke din ji wan re bê dayin'. Rêbertî jî li Zekî û hevalên wî vegeriya û got, 'Tişta we kir ne biçûk e, lê hûn jî ewladên vî gelî ne. Kadroyên partiyê ne'. Heta ku Rêbertî ev negot, Zekî bê ruh bûbû. Piştî vê gotinê Zekî rabû û got, 'Min nizanîbû ku min ewqasî zerar daye partiyê'. Yanî Rêbertî ji bo kesên zerar dane partiyê jî; mîna Zekî, li gorî pêşniyarên hevalan biryar dida. Rêbertî bi dewamî got, 'Ez ê her roj nebaşiya nava wan bikujim û bi vî rengî ceza bidim wan'. Min mezinahiya Rêbertî di vê biryarê de dît. Rêbertî gelekî bi rehm bû..."

'REXNEYA LI HUNERMENDAN'

"Rojekê Aram Tîgran û hevalên din ên hunermend hatibûn qadê. Bawerim Koma Berxwedan jî hebû. Rêbertî wiha got, 'Aram bi keda xwe hildiberîne û hewl dide vê bide gel. Çi ji destê wî tê dike. Lê hûn; tevî ewqas derfetên li ber destê we, tevî ewqas şehîd û bedewiyan hûn nikarin derfetên xwe bi kar bînin'. Bêguman ev gotin bi taybetî ji bo Koma Berxwedan got. Her wiha digot ku divê çi bikin. Mesela, jiyana li çiyê mînak nîşan dida. Qala jiyana bedew a bi keda mezin a li çiyê afirî dikir, qala nirxan dikir û dixwest ku ev yek bi hunerê bê bikaranîn. Piştî van nirxandinên xwe li stranên Aram guhdarî dikir. Aram Tîgran ji bo wî hêja bû û ji stranên wî hez dikir.

Piştî şeş mehan em ê ji qada Rêbertî derketibûna. Rêbertî herî dawî yek bi yek em bi rê kir û herî dawî got, 'Kampên piştî Etrûşê bên avakirin divê hemû bibin çepereke têkoşînê. Van mirovên me zor û zehmetî hemû dan pêş çavên xwe û bi rê ketin. Ji niha û pê ve divê bi têkoşîneke hîn mezintir xwedî lê derkevin'. Heta ku em ji ber çavên wî winda bû Rêbertî destê xwe ji me re dihejand û em bi rê dikir. Wan bîranînan bandoreke mezin li jiyana min kir. Heta ku ez û malbata min hebin, em ê xwedî li van bîranînan derkevin. Ji ber ku jiyanek bê Rêbertî mirin e."