Rastiya li Wanê Soylu li derewê diqelibîne

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu her roj derewekê dike. Soylu îdîa kir ku li Wanê bikaranîna madeyên hişbir û qeçaxiya mirovan bi dawî dibe lê di herdu jî zêde dibin.

Rastiya ku li Wanê tê jiyîn gotinên Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk li derewê diqelibînin. Soylu her çendî bibêje li Wanê bikaranîna madeyên hişbir û qeçaxiya mirovan ber bi dawiyê ve diçe jî, rewşa ku tê jiyîn berovajî ye. Li gorî îstatîstên dawî li Wanê 16 hezar kes pêgirê madeyên hişbir e, tirs ew e ku ev rêje zêdetir bibe. Li bajêr madeyên hişbir li ber dibistanan û kuçeyan jî bi rehetî tê firotin.

LI SER  SÎNOR SEWQIYATA MADEYÊN HIŞBIR ZÊDE DIBE
Madeyên hişbir ku li Efganîstanê tê hilbijarandin  piraniya wê ji Wanê derbas dibe. Li Wanê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir pir zêde ye.

14 SALÎ JÎ BI KAR TÎNIN

Li gorî hin îdîayan li bajêr 15 hezar kes pêgirê madeyên hişbir in û her roj ev zêdetir dibe. Bi ser de heta bi zarokên 14 salî jî dest pê kirine. Li gorî gelek şahid, agahî û belgeyan bazirganên madeyên hişbir bi piştgiriya polîsan tevdigerin.

HER MEH 500 'PENABER'

Li Wanê vê meha dawî 500 penaber hatin girtin. Ev jî nîşan dide ku qeçaxiya mirovan çi qasî zêde ye. Penaber li kampa nav bajêr dimînin. Ji ber qeçaxiya mirovan 3 salên dawî nêzî 1000 penaber ji sînorê Îranê derbasî Wanê bû. Tê gotin piraniya penaberan ji bo ku li Sûriyê bi çeteyan re şer bikin dişînin herêmê.

DEDE: SOYLU WELAT QEDAND!

Serokê Bajêr ê HDP'ê Umît Dede li ser axaftinên Soylu got,  Soylu di nav xewn û xeyalan de, li Wanê hema hema her kes madeyên hişbir bi kar tîne û got, ''Soylu dema ku tê  Wanê, ji ber sedema tevdîrên 'ewlehiyê' ji polîsan pê ve kesî nabîne. Kesekî ku di navbeyna xwe û gel de dîwarê 'ewlehiyê' daniye, em jê hêvî nakin ku pirsgirêkên civakî bibîne. Em li bendê bûn ku Soylu ji nav dîwarên ewlehiyê derkeve û li kuçean binere. Ji dema ku Soylu hatiye ser kar her tiştî diqedîne, tenê nabêje, 'pirsgirêkên civakî     qediyane'. Heta niha me pirsgirêkên qediyayî, çareser bûyî nedîtine. Soylu dema wezîrtiya xwe, li gel hikûmeta xwe aştiya civakî qedandiye, aborî qedandiye, perwerdehî, tenduristî qedandiye, bi giştî polîtîkaya hundir û derve qedandine.''