QSD: 5 dagirker hatin kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiya li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û SMO’yê hatî kirin de, leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin.
QSD’ê ragihand ku di çalakiya li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker û SMO’yê hatî kirin de, leşkerekî Tirk û 4 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê çalakiyên li dijî dewleta Tirk û çeteyên SMO’yê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Hêzên me di çarçoveya bersiva rewa ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, duh (Şemiyê) li herêma Pira Qereqozaqê û Minbicê çalakî li dijî baregehên leşkerî yên dagirkeran li dar xistin.
Di 3 çalakiyên bibandor ên hêzên me yên li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a li herêma Girê Qereqozaqê de 4 çete hatin kuştin, 10 çete birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hat derbkirin.
Hêzên me li aniya bakurê Bendava Tişrînê, li kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Li vir jî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çalakiyeke bibandor li dijî baregeha dagirkeran a li beramberî gundê Til Leben li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha pergaleke radarê û ya çavdêriyê hatin îmhakirin û zerarên mezin li baregehê bûn.
Dewleta Tirk a dagirker ku sûcên xwe yên hovane li dijî gelê me didomîne, li gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê malek bombebaran kir. Di encama êrîşê gelek sivîl birîndar bûn ku piranî jin û zarok bûn. Birîndar piştî ji bin enqazên malê hatin derxistin veguhestin nexweşxaenyan.
Balafirên şer gundê Munîr Hebîb ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û balafireke bê mirov a bi çek jî gundê Idiqê jî kir hedef. Di encama bombebaranan de zerarên madî çêbûn.
Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek gundên Bîr Hiso, Xeseq, Melha, Xirûs, Tîna û Cade yên li başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Hemwextî bombebaranê, gundên navborî bi obîs û tankan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên madî yên mezin li milkên û baxçeyên şêniyan bûn.
Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê û herêma Dêr Hafirê rêze êriş pêk anîn. Di encamê de şervanekî me şehîd bû.
Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê sivîl bombebaran kir û 2 kes birîndar bûn.
Şervanên me di şer û pevçûnên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de berxwedaneke mezin nîşan dan. Şervanan derbên giran li leşkerên Tirk û çeteyên wê yên ku balafir, obîs, tank û hemû cure çekan bi kar tînin, xistin. Di berxwedana hefteya dawî de 6 hevalên me yên ji Dêrazorê, Reqa û Kobanê li eniyên Kobanê, Qereqozaqê û Bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê. Şervanên şehîd bi xwîna xwe ya pak ruhê xwişk û biratiya Kurd-Ereb li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan da."