Qelqelî wê qeyûm û AKP'ê bi hev re bişîne

Navçeya Qelqelî ya Wanê ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 87 ji sedî yê dengan HDP'ê bi dest xistibû, xwe amade dike ku 31'ê Adarê qeyûman tevî tabelaya AKP'ê bişîne.

Navçeya Qelqelî ya Wanê ku şaredariya wê ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve bi destê qeyûm hatiye destpêkirin, xwe ji bo 31'ê Adarê amade dike ku qeyûman û AKP'ê ji navçeyê derxîne. Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç ji ANF'ê re axivîn.

Dîlan Orencî diyar kir ku ew zanin wê enqazeke mezin ji qeyûman dewr bigirin û got, "Lê belê bi rêya kooperatîfbûnê em ê dest bi xizmetê bikin. Tevî bêkariyê gelek pirsgirêkên şêniyên navçeyê hene. Ji aliyê civakî ve jî pirsgirêk zêde bûne, kuştina jinan zêde bûye. Wê projeyên me yên nû ji bo jinan hebin ku karibin ji nava çar dîwaran derkevin. Ziman, çanda gelê me tê asîmîlekirin, dixwazin gelê me ji rastiya xwe dûr bixînin. Gel şaredariyeke vekirî dixwaze ku em jî şaredariyeke bi vî rengî diparêzin. Piştî ku me 31'ê Adarê şaredariya xwe bi dest xistin, em ê eşkere bikin ku qeyûman budçe li ku xerc kirine û hesabê vê bipirsin."

Yakûp Almaç jî diyar kir ku li Qelqeliyê hevrikê wan nîne, AKP ji zûdeyî li navçeyê bûye partiyeke ku tenê ji tabelayê pêk tê.

Orencî jî anî ziman, encamên hilbijatina li Qelqeliyê ji niha ve diyar e û got, "Tevî vê yekê jî divê gelê me li her derê xwedî li sindoqan derkeve. Li qadê xebatên me didome û wê heta 31'ê Adarê nesekine."

Yakûp Almaç got, "Ez ji dil dibêjim; em ê li Wanê ji 14 şaredariyan hemûyan bi dest bixin. Bendewariya me ji gelê me ew e ku biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkeve. Em bang li dengdêrên xwe yên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ne dikin ku xwe bigihînin partiya me û ji bo dengê xwe bidin bên Wanê."