Polîsan êrîşî welatiyan kirin ên çûn ser gora Gezen

Polîsên Tirk êrîş birin ser welatiyên ku çûn ser gora Zulkuf Gezen ku ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakiya fedayî kir.

Cenazeyê Zulkuf Gezen doh bi rengekî korsanî ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatibû revandin û hatibû veşartin. Girseya gel xwest biçe ser gora Gezen a li Goristana Yenîkoyê ya Amedê, lê belê polîsan êrîşî gel kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan û gelek wekîlên HDP'ê tevî girseya gel xwestin biçin ser gorê. Polîsan li pêşiya goristanê pêşî li gel û wekîlan girtin. Polîsên Tirk bi mertal û wesayitên zirxî pêşî li welatiyan girtin û bi ava şid êrîş kirin.

Piştî hewldaneke demdirêj wekîl ji benda polîsan derbas bûn, lê belê vê carê li nava goristanê dor li wan hate girtin û nehiştin biçin ser gorê.

Parlamenterên HDP'ê ji bo sersaxiyê ji malbata Gezen re bixwazin berê xwe dan Mala Şînê ya Şaklatê.