Polîs ji cenazeyê Gezen tirsiya, êrîşî gel û parlementeran kir

Polîsan êrîşî gel û parlamenteran kir ên ku dixwestin biçin li ser gora Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kiribû.

Cenazeyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tekîrdagê di encama çalakiyê de şehîd bû, ji malbatê û HDP'iyan hate revandin û bi rengekî korsanî li Amedê hate veşartin. Parlamenter û gel xwestin biçin ser gora Gezen lê polîsan êrîşî girseya gel kir.

Piştî polîsan mudaxeleyî girseya xwest gora Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî ziyaret bike, derbasî Mala Şînê ya Şaqlatê bûn û ji malbatê re sersaxî xwestin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê û gellek welatî jî di nav de beşdarî şînê bûn û ji aliyê malbata Gezen ve hatin pêşwazîkirin. Polîsên ku mudaxeleyî serdana goristanê kirin, di heman demê de mala şînê jî dorpêç kirin.

Temellî, Koçyigît û Arslan sersaxî ji malbatê re xwestin û li mala şînê axivîn.

KOÇYÎGÎT: DEWLET BI XWE NE LI GORÎ QANÛNAN E

Hevberdevka HDK’ê Koçyigît diyar kir ku êşa wan mezin e û got: “Ji bo ev mirin neqewimin her roj em bang dikin. Lê li hember banga me Wezîrek Dadê yê kerr û lal heye. Hevalê me Zulkuf ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîye. Me ji bo cenazeyê xwe plansazî kiribû, lê cenazeyê me revandin. Beyî kar û barên cenaze bên cih veşartin. Em vê seknê qebûl nakin. Ev helwestek korsanwarî ye. Dewlet êdî ji dewletbûna xwe derketiye. Dewlet derketiye derveyî yasayan. Dewlet hiqûq û yasaya xwe binpê dike. Em jî dixwazin ku wan yasayên xwe binpê dikin bên cih. Şehîdê me hemûyan e. Em banga xwedî derketina li hemû gelê Amedê û Kurdistanê dikin.”

 ASLAN: BERPISYAR DESTHILATDARÎ YE

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku çalakiya Gezen xwedî wateyek mezin e û wiha got: “Kurd ji bo dawî li zilmê bînin îro bedena xwe dane ber mirinê û roj bi roj ew beden dihelin û şahadeta ewil qewimî. Divê gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê li dijî siyaseta qirêj a AKP’ê bêdeng nemînin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Lê bila dewlet û desthilatdarî jî vêya baş dizanibe berpirsiyarê van mirinan desthilatdarî bi xwe ye. Ji bo hin bêtir êş neyên kişandin û mirin neqewimin divê hikumet demildest gavan biavêje.”

TEMELLÎ: JI BO EDALET Û HIQÛQÊ ÇI PÊWÎST E WÊ BIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di serdanê de axivî û wiha got: “Îro em li vir bêhiqûqî û bêedaletiyê dijîn. Ev demek gelek dirêj e ku birêz Leyla Guven bang li bêedaletiyê dike û dixwaze tecrîda bêedalet û bêhiqûqî bi dawî bibe. Li zîndanan û gelek deverên din ên cîhanê însanan bedena xwe dane ber mirinê. Em ji destpêkê ve bangê li Wezîrê Dadê dikin. Me got vê daxwaza yasayî û hiqûqî qebûl bikin. Em naxwazin kes jiyana xwe ji dest bide. Lê mixabin me duh şahadeta hevalê xwe Zulkuf bihîst. Heke ku Wezareta Dadê daxwazê pêk bianiya wê hevalê niha bijiya. Wezareta Dadê tişta dikeve ser milê wan neçare demildest bike. Bila êdî hevdîtin pêk were û hincetek din nîşan nedin. Em naxwazin hevalekî me yên din û Leyla Guven jiyana xwe ji dest bidin. Divê ders ji vê mirinê derbixe. Ji bilî mirovatiyê û jiyankirinê rûmettir tiştek din nîne. Canê însan ji her tiştî bi nirxttir e. Li ser bedena însanan hesabên siyasî nekin. Ji bo edalet û hiqûqê çi pêwîst be wê bikin.”

‘POLÎSAN GORISTAN Û GORA GEZEN DORPÊÇ KIRIYE’

Temellî da zanîn ku ew êşa malbatê wek êşa xwe dibînin û got: “Bêhiqûqiya li ser bêhiqûqiyê dikin. Nahêlin ku însan bi çanda xwe ya baweriyê bên veşartin. Polîsan goristanê û gora Zulkuf Gezen jî dorpêç kiriye û tecrîd dikin. Ka biçin lê binêrin goristanê xistine çi halî. Kes nikare biçe ser gora xizmên xwe û diayan bikin. Ev çawa rewabûn û sûcê nefretê