'Pêngavên şoreşgerî' yên gerîla: 26 leşker hatin kuştin

Di çarçoveya 'pêngavên şoreşgerî' yên gerîlayên HPG'ê de li Agirî, Colemêrg û Îdirê çalakî hatin lidarxistin. Herî kêm 26 leşkerên Tirk hatin kuştin, çar çeperên leşkerî û panzerek hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîlayên HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI GEVERÊ 9 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Daxuyaniya li ser mijarê wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 21'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker hin çalakî pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

Li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, saet 07:50'î çalakiyek hate lidarxistin. Ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de stargehek û çepereke dijmin hate rûxandin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me saet 19:50'î careke din li leşkerên dijmin ên li ser girê Elîşêr xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

LI ÇARÇELLAYÊ 3 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Saet 16:30'î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li ser girê Meclîsê yê li herêma Çarçellayê ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. 7 leşkerên dijmin di çalakiyê de hatin kuştin. Hêzên dagriker termên leşkerên xwe û yên birîndar piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

LI ÎDIRÊ PANZER HATE ÎMHAKIRIN, 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, hêzên me 21'ê Tebaxê saet 03:20'an li wesayiteke zirxî ya panzerê xistin ku li derdora bajarokê Dilucu yê Îdirê li dewriyê digeriya. Ji cihekî nêz ve derb li wesayita zirxî hate xistin û di encamê de wesayita zirxî şewitî û bi temamî îmha bû. 5 leşkerên di panzerê de hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî termên leşkerên xwe ji herêmê rakirin.

LI AGIRIYÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heman rojê saet 10:30'î li dijî leşkerên li ser girê li ber qereqola Gurbûlakê ya navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîn. Ji sê baskan ve derbên giran li leşkerên dijmin ên li ser gir hatin reşandin û 5 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê top û obus avêtin herêmê.

2 GERÎLA LI BESTAYÊ ŞEHÎD BÛN

Roja 20'ê Tebaxê, artêşa TC a dagirker li qada Pîro ya herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyonê kirin. Hêzên dagirker heman rojê saet 12'an bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya şehîdan dema ku zelal bûn wê bi raya giştî re bên parvekirin."