Partiyên Kurd ên Kerkûkê: Di Newrozê de alaya Kurdistanê wê were bilindkirin

Li Kerkûkê berpirsên partî û aliyên siyasî yên Kurd li ofîsa Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bêyî beşdarbûna PDK’ê li hev civiyan.

Îro li Kerkûkê partî û aliyên Kurd bêyî beşdarbûna PDK’ê li ofîsa Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li hev civiyan. Beriya civînê ji bo bîranîna kesên di komkujiya Helebce de hatin qetilkirin deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî civînê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de berpirsê ofîsa 5’an a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Îbrahîm Xelîl axivî û wiha got; “Civîna me ya îro li ser du xalan bû. Ya yekemîn parastina yekrêziya hizb û aliyên siyasî yên Kerkûkê û me karekî mezin kir ji bo parastina vê yekrêziyê. Ya duyemîn pîrozkirina Newroz û bibîranîna Raperînê. Em ê herduyan bi hev re li qela Kerkûkê bikin û alaya Kurdistanê li ser qelayê danîn.”

Îbrahîm Xelîl bi domdarî got; “Em aliyên siyasî me soz daye xelkê bajêr ku yekrêziyê biparêzin û em ê bi hev re Newrozê pîroz bikin.”