Partiya Komunîst a Fransayê êrîşa li ser Şengalê şermezar kir

Partiya Komunîst a Fransayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê da û diyar kir ku dîktatoriya Erdogan hewl dide Kurdan qir bike.

Partiya Komunîst a Fransayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdên Êzidî di 15’ê Tebaxê de êrîşeke nû kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, dema ku qurbaniyên qetlîama DAÎŞ’ê dihatin bibîranîn balefirên şer ên Tirkiyeyê êrîş kirine û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan hewl dide hemû Kurdan qir bike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku leşkerên Tirk bi rêyên derzagonî ketine Cerablûs û Efrînê û hate diyarkirin ku Tirkiye niha jî Başûrê Kurdistanê dike hedef û sivîlan qir dike.

Partiya Komunîst a Fransayê ev êrîşên li ser Kurdan û yên li ser Şengalê bi zimanekî tund şermezar kir û banga piştgiriya bi Kurdan re kir.

Di daxuyaniyê de qala peymana Emmanûel Macron û Angela Merkel a ku ji bo xurtkirina aboriya Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin ku, “Dîrok ew ê vê peymanê ji bîr neke.”