Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 133'emîn de didome. Di 3'ê Adarê de parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, di 8'ê Adarê de jî parlamenterê HDP'ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn û çalakiya xwe berdewam dikin. 3 parlamenteren HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amede di greva birçîbûnê de ne, beriya 21'ê Adarê Newrozê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 133 roj in di grevê de ye li mala wê ziyaret kir.
Leyle Guven, li ser hesabê tevna civakî parve kir û got: “Hevrêyên min ên pir ciwan ku ronî ji çavê wan dibarin, baweriya min a em bi ser bikevin bêtir xurt kir."