Operasyonên qirkirina siyasî: 6 kes hatin girtin

Ji 11 kesên li Riha û navçeyên wê hatin destgîrkirin 6 kes hatin girtin.

Li Riha û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî ya 3 rojan de, ji ber parvekirinên tevnên civakî bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ 11 kesên hatin destgîrkirin birin Edliyeya Rihayê.
Kurê namzetê Hevşaredariyê ya Serê Kaniyê ya HDP’ê Mehmet Alî Kahraman Hamdîn Kahraman jî di nav de 11 kesên piştî îfadeya wan li dozgeriyê hatin girtin û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 11 kesên derxistin pêşberî Dadgeha Cezayê Sulhê 6 kes bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistinê’ hatin girtin, Hamdîn Kahraman û 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.