Operasyona leşkerên Tirk a li Hezoyê didome

Operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Hezoyê didome. Cerdevan û yekîneyên taybet jî tevlî operasyonê bûn.

Li Hezoyê ya Êlihê li dehma Gazê Topê 31'ê Tebaxê di navbeyna gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer derketibû, di encamê de 2 leşkerên Tirk hatibû kuştin û gerîlayek şehîd bûbû. Piştî vê artêşa Tirk li herêmê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Operasyon li nêzî herêmê li Zengoviyê, Hafîkê, Seyîthafê, her wiha li herêma çiyayî li gundên Tîmok û Mûşrîta, li gundên Reşêdara, mezrika Gundê Nû, Dêrşewan û Ceznê dest pê kiribû.

Operasyon bi yekîneyên leşkerî yên ku ji Êlih û Bedlîsê anîbûn û her wiha bi tevlêbûna cerdevanên herêmê û yekîneyên taybet pêk hat. Li devera ku operasyon bûyî daristan hatin şewitandin û bi ser hin gundan de girtin.

CERDEVAN Û YEKÎNEYÊN TAYBET WESAYITÊN SIVÎL BI KAR TÎNIN

Operasyon û dorpêça li Zengoviyê û gundên derdorê didome. Her wiha li gundê Reşêdara û mezrika Gundê Nû leşker bi wesayitan diçin û tên û dewriyê dikin. Li herêmê seraqet helîkoptêr diçin û tên, her wiha li herêmên navborî kemîn têne danîn. Diyar bû ku cerdevan û yekîneyên taybet yên di operasyonê de wesayitên  sivîl bi kar tînin.