NPG’ê ‘Şehîdên Pîlemûriyê bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir ku 11’ê Tebaxê li Dersimê 6 gerîla şehîd bûne,  ji van nasnameya duyan diyar bûye.

Fermandariyê diyar kir ku şeş gerîla di şer de, ku şer tevahiya rojê dom kir û ji hewayê bombekirin hebû, şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’11’ê Tebaxa 2018’an li navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê dema ku dewleta dagirker a TC’ê operasyon kirî, di navbeyna yekîneyeke me ya gerîla û hêzên dijmin de şerek derketiye û şer rojekê dom kiriye.’

Fermandariya Biryargehê her wiha got, ‘’ Hêzên dagirker ku li dijî gerîlayên me nikarin şer bikin bi bombekirinên hewayî xwestin ku encamê bigirin. Di şer de ku gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn, ku di nav wan de hevalên me Atakan Mahîr û Ronî Munzur jî hebûn, hevalên me Şoreş, Elî, Zinar û Rabûn bi fedaî şer kirine û şehîd bûne.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin dema ku nasnameya van çar gerilayan hişkere bû wê bi raya giştî re werin par ve kirin.

Nasnameya 2 gerîlayan wiha ne;

Nasnav: Atakan Mahîr
Nav û Paşnav: Îbrahîm Çoban
Cihê Dayikbûnê: Mereş
Navê Dayik - Bav: : Hatîce - Şêxo
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 11’ê Tebaxa 2018’an

Atakan – Îbrahîm Çoban

Nasnav: Ronî Mûnzûr
Nav û Paşnav: Mahmût Laçîn
Cihê Dayikbûnê: Agirî
Navê Dayik - Bav: : Hediye - Cemîl
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 11’ê Tebaxa 2018’an

Ronî – Mahmût Laçîn

Fermandariya Biryargeha Parastina Gel, derbarê jiyana du gerîlyan agahî da:

Hevalên me Atakan Mahîr bi tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê ya 25 slaan bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji Dersimê ta bi Başûrê Kurdistanê li gelek qadan peywira xwe bi cih anî. Li ser pêdiviyên têkoşîna şoreşger li qadên leşkerî, siyasî, îdeolojîk û civakî bêyî ku ti cihêtiyê bixe nav wan de hemû peywirên xwe bi serkeftineke mezin bi cih dianî. Hevalê me Atakan tim hay jê hebû ku têkoşîna me bi berdêl, fedekarî û zehmetiyên mezin hatiye kirin û li kûderê xebat zortir bûn, ji xwe re esas didît ku li wir be, hevalekî wiha bijarte bû. 

 Bi enerjiya xwe ya şoreşgerî ku qet kêm nedibû, bi coşeke mezin bi ser dijwariyan de diçû û her demê jî encam distand. Ji roja pêşî ku tevlî nav refên şoreşê bûyî û heta ku şehîd bûyî bi hişmeniyeke bilind a peywirê ji xwe re kiribû rêgez ku xwe tevlî nav xebatan bike û herî dawî peywira Endamtiya Konseya Fermandar a HPG’ê ya Komîteya Rêveber a PKK’ê jî bi heman hişmendî û berpirsyariyê, bi hewleke mezin hewl daye ku pêk bîne. Li Qada Dersimê ku bi kelecaniyeke mezin bi salan ked lê dayî ji bo ku peywirên fermandariyêyên ku dayî ser milê xwe bi cih bîne bûye xwedî meşeke bêhempa. Bi karaktere xwe yên şoreşger û vîna xurt a şoreşger bûye xwedî şêwazeke ku asteng nas nedikir û heta kêliya dawî daye ber xwe ku dilsozê xeta Rêbertî û Şehîdan be. Ji bo vêjî pêk aniye ku bi rengekî biryardar di rêya  Rêber Apo û Şehîdên me yên Qehreman de bimeşe.

Hevalê me Atakan ji roja ku tevlî nav refên gerîla bûyî ve, ji hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî û rêxistinî ve xwe xurt kiribû. Bi rêxistiniya xurt û hêla xwe ya îdeolojîk a xurt li hemû qadên ku lê peywirdar bû bûye hêzeke mezin a çareseriyê û bi roleke pêşeng rabûye.  Giringiya pêşengiyê ya ji bo têkoşîna şoreşger pir baş fêhm kiribû û ji bo vê jî, ji bo ku berpirsyariya xwe bi cih bîne her  demê bûye xwedî hewldan û kedeke mezin. Hevalê me Atakan li devera ku lê bû ji nêz ve bi perwerdehiya hevalên me re peywendîdar bûye û ji bo ku hevalên me ji hêla îdeolîk û moral ve geş bibin bûye xwedî kedeke zêde. Bi karaktere xwe yê xwerû û dilnizm di dilê hevrêyên me de cihê xwe girtiye û hemû hevrêyan xwestiye ku  pê re li heman qadê bixebitin. Bi hezkirina li hevrêyên xwe, bi coşa şoreşger û hîsa berpirsyariya zêde ya li bara jiyanê, ji bo hevrêyên me bûye navendeke girîng a dilkêşiyê. Bi van hemû taybetmediyên xwe kiriye ku hemû hevalên me, dostên me hijê bikin û hurmetê bidinê.

Felsefeya jiyanê û têkoşînê ya hevalê me Fermandarê Mezin Atakan her demê di têkoşîna şoreşê de wê bibe xetîre û rêya me ronî bike. Hişmendiya wî ya tûj a şoreşger, dilsoziya wî ya bi gel, Şehîd, hevrê û Rêbertî wê rêya rast şanî me bide. Hevrêiya bêhemap a heval Atakan, fedekarî, dilnizmî, coşî, hêza wî ya zêde ya ramanê û karaktere wî yê şoreşger ê bijarte her demê ji bo me wê bibe hêz û moral. Em hevrêyên heval Atakan, ji bo ku em peywirên şoreşgerî ku wî ji me re hiştine bi serkeftî pêk bînin, em soz didin ku em ê kêferateke mezin dikin û teqez em ê hesabê Şehîdan bipirsin.

Hevalê me Ronî Munzur, 1981’an li Agirî Patnosê, di nav malbateke wiha de ku bi nirxê xwe dijîn, mezin bûye. Hevalê me Ronî ku li  Serhedê ku di nav malbateke wiha de ku  Kurdatiyî bi rengekî pak û paqij dijî, mezin bûyî û hê di ciwaniya xwe de tevgera azadiya Kurd nas kirî, piştî komploya navnetewî ya li ser Rêber Apo, salên 2000’î dema ku zanîngeh dixwend tevlî nav refên gerîla bûye.

Hevalê me Ronî ku li gerila, li Kelareş, Eyaleta Wanê û qadên Parastina Medyayê û Eyaleta Erzeromê xebitî, li hemû qadên ku lê bû, bi hîsên berpirs tevlî nav xebatan bûye û ji bo ku têkoşîn geş bibe kêfareteke mezin kiriye. Hemû peywirên ku dane bi jixwedaneke mezin pêk anîye û herî dawî hevalê me Ronî bi peywira Endamtiya Rêveberiya Eyaleta Erzeromê rabûye. Hevalê me Ronî li qadên ku lê dima carinan xebatên perwerdehiyê jî rê ve biriye û li gelek qadan di pêvajoya gerîlabûnê de gelek keda wî çêbûye. Hevalê me Ronî ku fermandairya Akademiyên Şehîd Mahîr dikir, ji bo ku dewlemendiya taktîk û perwerdehiya taktîk bi pêş bikeve tecrûbeya xwe ya hevrêyên xwe yên ciwan.

Hevarêyê me Ronî li dijî şerê qirkirinêya desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê ji bo ku bi aktîfî têbikoşe derbasî eyaleta Erzerome bûyî, heta kêlîka dawî ji bo azadiya gelê me bi fedekarî têkoşiyaye.

Di şexsê hevrêyên xwe Fermandar Atakan Mahîr û Ronî Munzur de ku tevgera me ya azadiya Kurd gihandine heta îro, hemû şehîdên me yên Dersim Pulumurê em bi bîr tînn û careke dî em sersaxiyê didine malbatên şehîdan û hemû gelê me yê welatperwer û em sond dixwin ku bi teqezî em ê tola şehîdên xwe hilînin.