NPG: Şehîdên Guhermê mînakên çanda berxwedanê ya Apoyî ne

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), 12 gerîlayên 16'ê Mijdara 2017'an li Amedê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, xwedîderketina li bîranînên wan wezîfeya wan a bingehîn e.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji 12 gerîlayên 16'ê Mijdara 2017'an li Amedê şehîd bûn, Endamê Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Dogan Zinar e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em wan ber bi ebediyetê bi rê dikin, lê bi îradeyeke tûj, bi biryardariyeke qewîn û bi baweriyeke xurt têkoşîna xwe didomînin û ber bi serketinê ve diçin."

Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:

"16'ê Mijdara 2017'an di êrîşeke namerdî ya dijminê mêtinger de şerekî mezin qewimî û di encamê de 12 hevalên me yên bi fermandariya hevrê Dogan Zinar (Abdulselam Arslan) şehîd bûn. Di şexsê hevrêyê xwe Dogan de ku endamê Komîteya Jinûve Avakirina PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bû, şehîdên xwe yên leheng ên di vê bûyerê de şehîd bûn bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku bi serxistina têkoşîna azadiyê em ê xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo, di sala 41'ê de jî bi kelecan, ruh û biryardariya roja destpêkê berxwedaneke mezin dike. Di vê demê de ku zexta faşîst a komploya navneteweyî ya li ser gelê me bi taybetî li ser Rêberê me giran bûye, bi berxwedana greva birçîbûnê ya mezin a li dora Rêberê me û li ser bingeha şerekî dîrokî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yê li dijî dijminê mêtînger em dest bi biharê dikin. Gelên Kurdistanê ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Li aliyê din jî di nava pêvajoyeke dîrokî ya berxwedanê de ne ku bênavber têdikoşin. Li dijî êrîşkariya dijmin a ji bo bênasnamehiştin, bêîradehiştin, teslîmgirtin û li ser vê bingehê tinekirinê, gelê Kurdistanê û kadroyên wê yên pêşeng bi xurtî li ber xwe didin.

Bêguman destketiyên me yên şoreşê ku di encama berdêlên giran de hatin afirandin, berhema hevrêyên me ne ku bi lehengiyeke mezin gihîştin şahadetê. Gelê Kurdistanê yê welatparêz ku ewladên xwe da vê dozê, her tim li pişt lehengên xwe yên bêmirin sekinîn û bi ked, hewldan û fedakariya mezin bêhtir nêzî azadiyê bûn. Li Botanê ku bi hezaran ewladên xwe yên wêrek daye doza azadiyê, eşîra Diderî ya welatparêz di pêşketina vê têkoşînê de bûye xwedî roleke mezin. Bi dehan keç û xortên leheng ên eşîra Diderî li refên herî pêş ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şer kirin û gihîştin şehadetê. Bi dehan hevrêyên me yên ji heman eşîrê hîn jî li nava refên berxwedanê ne û bi serbilindî têdikoşin.

Hevrêyê me Dogan Zinar sala 1975'an li nava eşîra Diderî ji dayik bû û hîn di emrê ciwantî de rastiya Kurdistanê fêhm kir û sala 1991'ê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Dogan demeke kurt li Mêrdînê kar kir û piştre li qada Cûdî demeke dirêj li dijî dijmin şer kir. Mîna bi hezaran ciwanên Kurdistanî, çiyayên Cûdî ji bo wî jî daxwaz û dilsozî bû. Di nava şert û mercên giran ên çiyayên Cûdî de têkoşiya, şareza bû, bû fermandar û bi têkoşîna xwe hesab ji dijmin xwest. Hevrê Dogan piştre li Qada Rêbertî perwerde dît û weke Fermandarê Cûdî li cih û warê xwe vegeriya ji bo gerîlatiyê bidomîne. Li gelek qadên Amed, Garzan û Herêmên Parastinê yên Medyayê li gorî pêwîstiyên partiyê bêdudilî bi berpirsyariya xwe rabû. Di heman demê de bû yek ji mînakên girîng ên sekna milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrê Dogan li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo xwe şareza kir û di pîvanên milîtaniyê de bi pêş ve çû. Di heman demê de li dijî çeteyên tasfiyekar ên dixwestin jiyana partiyê biherimînin, bi roleke girîng rabû û li refên pêş cihê xwe di nava têkoşîna hesabpirsîna ji tasfiyekaran girt. Ji bo jinûve avakirina PKK'ê hevrê Dogan bi berpirsyariyên girîng rabû û wezîfeyên partiyê hemû bi eşq bi cih anî û ji bo biserxistina wezîfeyan fedakariyeke mezi kir. Tevî van hemûyan, 9 salan li Başûrê Kurdistanê bi neheqî di zindanê de dîl hate girtin. Li wir jî bi berxwedaneke mezin rabû û çawa ji şert û mercên zindanê rizgar bû berê xwe da çiyayên Kurdistanê, li Botan û Amedê gerîlatî dewam kir. Hevrê Dogan li her devera lê kar kir, bi lehengî, wêrekî, bawerî û biryardariya xwe mohra xwe li her qadê xist. Hevrêyekî me bû ku fermandarekî mezin ê gerîla, mirovekî dozê bû ku bi baweriya ji xwe, bi dînamîzm û afirîneriyê her karên zehmet bi ser dixist.

Hevrêyên me Azad, Azê, Bêrîtan, Doktor, Azad, Rêber, Rustem, Sara, Viyan, Zarîn û Cesûr ên bi fermandariya hevrê Dogan 16'ê Mijdara 2017'an şehîd bûn, her yek ji wan bi sekna xwe, bi fedakarî û baweriya xwe ya bi dozê re bûn lehengên gel û cihekî girîng di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Ev hevrêyên me yên hêja ku mînakên herî bedew ên nifşê bijarte ne, di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin. Destana lehengiyê ya ku van hevrêyên me yên hêja li Guhermê nivîsandin wê timî bê bîra gelê me û ev çanda berxwedanê wê ji nifşên nû re her tim bê vegotin. Wezîfeya bingehîn a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê û welatparêzan hemûyan e ku xwedî li bîranîna van hevrêyên me derkevin ên bi şehadeta xwe tevlî karwanê nemiran bûne.

Şehîdên me mezin in bi qasî ku neyên jibîrkirin, zindî ne bi qasî ku nikaribin bên veşartin, bedew in biqasî ku nikaribin jinedîtî ve bên, rastî ne bi qasî ku nebin xwelî, hîndekar in bi qasî ku êşê bi tilîliyan pêşwazî bikin û çavkaniya rastî ya evînê ye ku ji yên mayî re dide gotin, 'Xwezî ez di şûna wê/î de bûma'. Ev hevrêyên me yên hêja ji çar aliyên Kurdistanê hatin û li keleha berxwedanê li Amedê gihîştin hev û gihîştin şehdaetê. Em wan ber bi ebediyetê bi rê dikin, lê bi îradeyeke tûj, bi biryardariyeke qewîn û bi baweriyeke xurt têkoşîna xwe didomînin û ber bi serketinê ve diçin.

Em, milîtanên partiyeke şoreşger ku her kêliya xwe bi gelê xwe dijî, êş û kêfxweşiya gelê xwe ji dil hîs dikin û di vê çarçoveyê de têkoşînê weke rêyeke xizmetê ji bo gelê xwe dibînin, di şexsê fermandarê mezin Dogan Zinar û hevalên me yên leheng ên bi wî re şehîd bûn, şehîdên têkoşîna jiyana azad û serbilind hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku şehîdên me yên Guhermê radestî me kirine bigihînin serketinê û tola hevrêyên xwe hilînin. Em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li ser şopa Doganan beşdarî têkoşîna hesabpirsînê bibin."