Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 31’emîn dewam dike
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin berdewam dike. Koma 31’emîn Nobeta Azadiyê dewr girt.
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin berdewam dike. Koma 31’emîn Nobeta Azadiyê dewr girt.
Nobeta Azadiyê ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 31’emîn didome.
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 30’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.
Qedrî Şirîşeyî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêbertiya me veguheriye tecrîda li ser tevahî gelê Kurdistan û mirovahiyê. Armanca me ewe ku em vê tecrîdê bişkînin û Rêbertiya xwe bi awayek fîzîkî azad bikin. Tekoşîna 25 salan ya Rêbertiya me gihiştiye asta herî jor ku mohra xwe li sedsalê daye. Gel li hemû parzemînên cîhanê daketin qadan û pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dan destpêkirin.”
Şirîşeyî got: “Em jî wek xelkê wargehê tevlî vê pêvajoyê bûne. Em dixwazin pêşengtî ji vê pêngavê re bikin. Em di vê baweriyê de ne ku wê ev pêngav bi ser bikeve.”
Koma 31’emîn çalakî bi dirûşmeyêm “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dewr girt.