Nêzî 40 malbat sibê vedigerin Şengalê

Li gorî agahiyên hatin girtin nêzî 40 malbatên Êzidî wê sibe ji Kampa Bêrsîvê ya Zaxo vegerin Şengalê.

Piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an bi sed hezaran welatiyên Êzidî belavî Başûrê Kurdistanê bûbûn û çûbûn derveyî welat.

Piştî rizgarkirin û ewlebûna Şengalê, civaka Êzidî bi taybet ên li kampên Başûrê Kurdistanê di nava şert û mercên giran de dijîn, vedigerin ser cih û warên xwe.

Li gorî agahiyên hatin girtin sibe nêzî 40 malbatên Êzidî yên li Kampa Bêrsîvê ya Zaxo ya Başûrê Kurdistanê vedigerin Şengalê. Li gorî heman agahiyan ev malbatên bên wê ji navenda Şengalê heta derdora wê bi cih bibin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi dehan car bang kir ku bila gelê Şengalê vegerin ser axa xwe û ew ê bi hemû derfetên xwe alîkar bin.

Di demên dawîn de civaka Êzidî zêdetir vedigere Şengalê.