Nexweşê ALS’ê Abdulkadîr Kuday nayê dermankirin

Abdulkadîr Kuday ji sala 2018’an ve bi nexweşiya ALS’ê ketiye. Dermankirina girtiyên nexweş nayên kirin û giliyên girtiyan roj bi roj zêdetir dibin.

Li gorî daneyên Komeleyên Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran 1517 girtiyên nexweş hene. Wezareta Edaletê herî dawî têkîldarî girtiyên nexweş giştînameyeke ku ji 8 xalan pêk tê amade kir. Lê hîna jî li girtîgehan gelek nexweş hene ku divê cezayên wan demildest bên taloqkirin.

Abdulkadir Kuday ê di sala 1972’an de li Mêrdîn Qoserê hatiye dinê, yek ji wan girtiyan e. Der barê Kuday de di sala 2014’an de ji ber sûcê “xerabkirina yekitiya dewletê û xerabkirina yekparetiya welêt” li 2’emîn Dadgeha Cezayên giran a Mêrdînê doz lê hat vekirin û bêyî delîlan bi îdiaya “Bi qestî kuştin” cezayê muebbetê yê girankirî lê tê birîn. Dosyaya Kuday hîna jî li Dadgeha Destûra Bingehîn e. Abdulkadir Kuday ê ku nexweşiyê ALS (Amyotrofik Lateral Skleroz) e, li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin.

Parêzer Eda Onal diyar kir ku muwekîlê wê Abdulkadîr Kuday li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê demeke tenê maye û piştre li ser serlêdanan girtiyê nexweş Serdal Yildirim ku bi felc e anîn gel wî. Onal têkîldarî mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji ber ber ku du girtî jî nexweş in, pirsgirêkên wan hîna jî didome.

Parêzer Eda Onal destnîşan kir ku ji bo Abdulkadîr Kuday şert û mercên tenduristiyê nayên pêkanîn. Onal diyar kir ku şert û mercên paqijiyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayên pêkanîn, ji ber vê Kuday li gel ku nexweşê ALS’ê ye paqijiya odeya ku lê dimîne ew bi xwe dike. Onal ragihand ku rewşa Kuday girantir dibe û divê dermankirina wî bi awayekî rekûpek were kirin.