Newroza Tetwanê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Bi hezaran kes li Tetwanê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Tetwanê li Qada Fûarê pêk hat û parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, parlamenterê HDP'ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali, rêveberên HDP'î û namzetên ji bo hevşaredariyê tevî bi hezaran kesî Newroz pîroz kirin.

Piştî ku Hevserokên HDP'ê yên navçeyê Bûrak Ballioglû û Aygun Akdenîz silav dan girseya gel, peyama Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş hate xwendin. Piştre namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Tetwanê silav dan gel.

'WÊ KES NIKARIBE AGIRÊ NEWROZÊ VEMIRÎNE'

Parlamenterê HDP'ê Celadet Gaydali nerazîbûn nîşanî qeymeqamê li navçeyê da ku dixwest li pêşiya vêxistina agirê Newrozê bibe asteng û got, "Kes nikare agirê Newrozê vemirîne."

Gaydali bi bîr xist, Leyla Guven û bi hezaran xwişk-birayên wan di greva birçîbûnê de ne û ji hikumetê dixwaze ku li gorî hiqûqa xwe tevbigere, lê hikumet xwe ker, kor û lal dike.

'DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE'

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê daxwazên hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne mafdar in û di cih de ne. Ji bo Birêz Ocalan û hikumxwarên li wir qanûn bi cih nayên anîn. Lewma tecrîda li Îmraiyê biryareke kêfî ye. Wezîfeya me hemûyan e ku em li ber biryarên kêfî rabin."

Beştaş destnîşan kir, zextên li wan tê kirin wan xurtir dikin.

Piştre Hozan Arhat derkete ser dikê û beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên wî govend gerand.