Newroza Êlihê: AKP têk diçe, em bi ser dikevin

Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Hate diyarkirin ku AKP têk diçe.

Li Êlihê bi deh hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

PANKARTA ZULKUF GEZEN

Bi destpêkirina bernameya Newrozê re pankarta Zulkuf Gezen hate vekirin ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan çalakiyeke fedaî li dar xistibû. Ciwanan pankarta ‘Hûn bibin faşîst, em ê jî wekî Zulkufan têbikoşin’ vekirin.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser Leyla Guven hate nîşandan a ku tê de qala greva birçîbûnê tê kirin. Di dema nîşandanê de sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin berzkirin.

Li ser navê xizmên girtiyan Afîye Bîtmen jî diyar kir beriya ku şehadet pêk werin divê her kes têbikoşin.

Parlementera HDP’ê ya Ayşe Acar Başaran jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê tecrîd were şikandin û bal kişand ser vî tiştî ku qadên Newrozê nîşana vê yekê ne.

Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê têk diçe û ew ê gelê Kurd bi ser bikevin.

DESTGÎRKIRIN

Di dema têketina qadê de 20 kes ji ber ku stêrk li ser fûlarên wan hene, ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku herî kêm 3 zarok jî hatine destgîrkirin.