Navê Komkujiya Kurdan: Helepçe

Rejîma Baasê ji bo tinekirina gelê Kurd 16’ê Adara 1988’an Helebçe kîmeyebaran kir, lê rejîma Baasê tine bû, Kurd man û hê jî dimînin. Salvegera Komkujiya Helebçe bi reng û şêwazên cuda tên bibîranîn.

Salvegera Komkujiya Heleçe ya 31’ê li seranserî Kurdisan û derveyî welat bi şêwazên cuda tên bibîranîn. Di serî de li Helebçe û gelek bajarên Kurdistanê Komkujiya Heleçe û şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn.

‘JI BO JI KÎMYEBARAN RIZGAR BIBIN, LI NAVA BAJAR VEŞARTIN LÊ…’

Yek ji şahidê Komkujiya Heleçe û mexdûrê kîmyabaranê Xefûr Seîd Ehmed ê çavkekî xwe winda kiriye got: “Li nava bajar ji bo xwe ji bomberdûmana kîmyayî biparêzin li nava bajar me xwe veşartibû û li gorî derfetan me hewl da xwe biparêzin. Lê tevî vê jî çavekî min kor bû. Di vê demê de bi çavekê min berê xwe da çiya û bi lingan xwe gihande Rojhilatê Kurdistanê.”

Seîd Ehmed anî zimak ji ber bomberdûmanê ji malbata wî 8 kes ji malbata wî şehîd bûne. Ehmed rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku divê alîkariya qûrbaniyên Helepçe bê kirin.

‘PIR DIXWAZIM VÊ ROJÊ VEBÊJIM, LÊ DILÊ MIN PIR DIÊŞ’

Dayika Zerya Elî Rehîm a cilê reş li xwe kiribû û çavên wê ji rondikan tije li merasîmê amade bû û wiha qala wan kêliyên kîmyebaranê kir: “Dema ku kîmeybaran li Helepçe hate barandin ez û birayê xwe li navçeya Eneb bûn. Me hewl da xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin, em derbasî rojhilat bûn. Pişte li wir me agahî girt ku ji ber kîmeybaranê du bira, xuşkek û 6 zarokên birayên min hebûn hemû şehîd bûbûn. 11 kes ji malbata me şehîd bûn. Pir dixwazim vê rojê ji bo we vebêjim, lê ji ber xemgînî û êşa dilê xwe nikarim vebêjim.”

BI RENGÊN CUDA ŞEHÎD TÊN BÎBÎRANÎN

Ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helepçe gelek aktivîteyên hunerî û çandî hatin kirin. Ciwanên bi navê Celîl Ehmed û Pêşewa Mehdî yên ji bajarê Helepçe bi 31 tabloyan tevlî bîranînê bû. Di tabloyan de bûyer û rûdawên li Helepçe qewimîn xêzkiribûn. Celîl Ehmed diyar kir ku wêneyên ku niha hatin nîşandan hemû jî wêneyên ji demê bûyerê ne. Ehmed got: “Min xwest bi wêneyan bûyerên vê rojê û rastiya wê ragihînim.”

Li cihê bîranînê jî balafira ku wê demê pê bomberdûmana kîmyewî hate kirin jî hate nîşandan ku hewl dabû gelê Kurd qir û tine bike, lê hikûmeta Baasê tine bû, gelê Kurd ma û hê jî dimîne.