Nasnameya 4 gerîlayên ku şehîd bûne hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên di şerê li Çewlik û Dersimê de şehîd bûbûn eşere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên di şerê li Çewlik û Dersimê de şehîd bûbûn eşere kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hatî dayîn 3 gerîla di 5’ê Tebaxê de li gundê Dallitepe ya Dersimê û gerîlayek jî 6’ê Tebaxê di şer de şehîd bûbûn hatine eşkerekirin.
Agahiya nasnameyê ya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Delila Çiya
Nav Paşnav: Ceylan Bugan
Cihê Bûyinê: Qers
Navê Dê û Bav: Besra – Tayyar
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik
***
Nasnav: Dersim Perî
Nav Paşnav: Aydın Atar
Cihê Bûyinê: Çewlik
Navê Dê û Bav: Meryem – Alî
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik
***
Navê Kod: Rojen Azad
Nav Paşnav: Pervîn Diler
Cihê Bûyinê: Erzirom
Navê Dê û Bav: Sevîm – Rufet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Çewlik
Artêşa Tirk a dagirker di 5’ê Tebaxê de li derdora gundê Dallitepe ya Çewlikê operasyonek daye destpêkirin. Di 6’ê Tebaxê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şerekî giran pêk hatiye. Piştî şer helîkopterên artêşa Tirk a dagirker herêm bomberdûman kiriye. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 hevalên me piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.
Nasnameya gerîlayê li Dersimê şehîd bûbû jî hate eşkerekirin.
HPG’ê bibîr xist ku di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 17’ê Tebaxa 2018’an me gotibû 6’ê Tebaxê li navçeya Nazimiye ya Dersimê, li qada Deştê di navbeyna yekîneyeke me ya gerîla û leşkerên dijmin de şer derketiye û di encama şer de hevalekî me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.
Agahiyên nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:
Nasnav: Zagros Bahoz
Nav Paşnav: Ali Ete
Cihê Bûyinê: Mêrdîn
Navê Dê û Bav: Bese – Mehmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 6 Tebax 2018 / Dersim
17’ê Tebaxaê balafirên şer ên artêşa TC’ê êrîşeke hewayî biriye ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoweyê di navbeyna saet 11.00 û 12.00’an de bi ser herêma Qendîlê ve Tepê Hîva, girê Savaş, Dola Zergelê û derdora gundên Bokrîskanê û saet 12.00’an jî geliya Bazê ya herêma Merîna bombe kirine.